Derbarê Rojnameger Ayşe Guney de biryara neşopandinê 2022-01-21 10:15:52   AMED - 17 meh şûnde ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve ji bo Rojnameger Ayşe Guney ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosa de hatibû binçavkirin, biryara neşopandinê hat dayîn.   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Komeleya Jinan a Rosa dabû destpêkirin de, di 14’ê Tîrmeha 2020’î de di serdegirtina malan de Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî di nav de 26 jin hatibûn binçavkirin. Ayşeya ku 4 rojan di bin çavan de ma bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervê welat hat berdan.   17 meh şûnda Serdozgeriya Komarê biryar da ku der barê rojnamegera qedexeya wê ya dervê welat berdewam dike de biryara neşopandinê bide.