Doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak taloq kirin 2022-01-20 13:18:52     AMED - Hevşaredara Farîqînê Naşîde Toprak a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin û lê doz hatibû vekirn piştî 6'emîn daneşîna dozê hat kirin careke din taloq kirin.   Hevşaredara Farîqîna Amedê Naşîde Toprak a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiririye" derbarê wê de doz hatbû vekirin. 6'emîn daneşîna dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê hat dîtin. Naşî de tevli daneşînê nebû lê parêzerê wê Burhan Arta amade bû.   Parêzer Burhan Arta, xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.   Heyeta dadgehê jî doz taloqî 17'ê Gulanê kir.