Doza Feleknas Uca jê dihat darizandin hat taloqkirin 2022-01-11 12:11:06     AMED - Di doza Feleknas Uca jê hat darizandin de îfadeya şahidê vekirî yê bi kodê "Agir" li dosyayê hat zêdekirin.    14'emîn rûniştina doza Parlamentera Partiya Demokratîk Gelan (HDP) Feleknas Uca ya ji ber daxuyaniyên 2015 û 2016'an de hatibû vekirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Feleknasê jê tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Feleknasê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Feleknasê Mehmet Emin Aktar û Serdar Çelebi beşdarî rûniştinê bûn.    Piştî parêzerên Feleknasê parastin kirin şûnde meqama iddiayê daxwaz kir ku husûsên kêm bên temamkirin.    Dadgehê rûniştin taloqî 26'ê Nîsanê kir.