Doza hevşaredar Songul Erden hat taloqkirin 2022-01-10 14:30:15   ŞIRNEX - Hevseroka Şaredariya Hezexê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden jî navê de, 16 kesên ku tên darizandin daneşîna doza wan hat taloqkirin.    Hevşaredara Hezexa Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Erden jî navê de derbarê 16 kesan de bi îdîaya "Endama rêxistinê" doz hatibû vekirin, 17'emîn danîşîna dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.    Songul û kesên dihatin darizandin tevlî dozê nebûn. Parêzer di danişînê de amadebûn.    Parêzeran di parastina xwe de daxwaza beraata mûwekîlên xwe kirin û piştre heyeta dadgehê navberek kurt da. Piştî navberê heyeta dadgehê bi hinceta kêmasiyên belgeyan dozê taloqê 18'ê tirmehê kir.