Rojnamegerên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn 2022-01-06 11:46:22   WAN - Rojnamegerên ji Doza Helîkopterê dihatin darizandin hatin beratkirin. Lê belê ji ber parvekirinên sala 2007'an li Nazan Sala salek û 3 meh ceza hat birîn.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di meha îlona sala 2021'ê de leşkeran oprasyon li dar xistibû û welatî Servet Turgut û Osman Şiban binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkoptêrê avêtibûn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkiribûn hatibûn girtin. Nûçegihana  Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut jî bi heman hêcetê negirtî dihat darizandin.    Her çar rojnamger piştî 6 mehan hatin berdan. Rojnameger negirtî hatin darizandin. Îro danişîna 4'emîn a doza rojnamevanan li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Nazan Sala tevlî parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Rojnamegerên din hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    Biryara beratê hat dayin    Dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê "endamtiya rêxistinê" rojnameger beraet kir. Dadgehê bi îdiaya "propaganda rêxistinê" salek û sê meh ceza li rojnameger Nazan Sala birî.