Parêzerên Garîbeyê derbarê rêveberiya girtîgehê de gilî kirin 2021-12-28 12:57:32     STENBOL - Parêzerên Garîbe Gezer ya ku li Girtîgeha Kandirayê îşkence û êrîşa zayendî lê hat kirin û bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da, derbarê rêveberiya Girtîgeha Kandrayê û peywirdarên wê de bi daxwaza ku doza cemaweriyê bê vekirin gilî kir.    Parêzerên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da, der barê Îdareya Girtîgeha Kandirayê û peywirdarên wê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê dan. Di serlêdana gilîkirinê de hat diyarkirin ku Garîbe piştî ji Girtîgeha Kayserî Bûnyan bi zorê sewqî Kandirayê hat kirin 22 rojan di hucreyê de ma û hat destnîşankirin ku ji aliyê gardiyanan ve bi zorê hatiye kaşkirin di u hucreya yek kesî de hat girtin.    Tacîz, tecawiz, îşkence   Parêzeran diyar kirin ku Garîbe li dijî cezayê xwe yê di hucreya yekkesî de nerazîbûn nîşan dane, cara duyemîn ji aliyê gardiyanan lêdan lê hatiye kirin û gotin, “Destên 8 jin û mêran ji aliyê gardiyanan ve hatine şikandin. Paşê gardiyanên mêr bi botên xwe li qirika wî xistine. Dûvre ew birine odeya bi sunger ku bi dişkiyê mirovan tijî bûye, herwiha gardiyanên jin jî li ser Garîbeyê lêgerîna tazî kirine.”   Bijîşk mudaxele nekir!   Di daxwaznameya şermezarkirinê de ku agahiyên li ser tacîz û tecawiza sîstematîk a Garîbe ji aliyê gardiyanên jin ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Garibe bi hesta îtîrazê ya ku hem ji ber muameleya xerab û hem jî ji ber îşkenceyê, hewl da ku sungerên li odeyê rake.  Gardiyanên ku di kamerayê de ev yek dîtin, hatine odeyê û îşkence li Garîbeyê kirine. Di vê rewşê de Garîbe ji ser hişê xwe çûye û bi saetan bi kelepçeyên berevajî li odeya bi sunger hatiye ragirtin. Garîbe ku piştre birine hucreyê, li hemberî muameleya xerab xwest xwe bikuje. Di vê hewldanê de dema ket serê wê şikestiye. Lê tevî tevî xwûna ku ji serî çûye jî tu mudaxele nehatiye kirin.   Biryara sînordarkirina dosyayê   Di daxwaznameyê de ji ber ku di çarçoveya xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û xalên 86, 94, 102 û 257 yên Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) de serlêdana sûc hatiye kirin. Li gel tacîz, tecawiz û îşkenceya sîstematîk a ku li Garîbeyê hatiye kirin, hat destnîşankirin ku dozger îfadeya Garîbe negirtiye û erka xwe îhmal kiriye. Di berdewamiya daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Piştî van hemû bêhiqûqî, binpêkirina hiqûqê, Garîbe di hucreya yek kesî ya ku lê dihat ragirtin bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Garîbe Gezer, dozgeriya ku lêpirsîn dimeşand, daxwaza sînordarkirina dosyayê kir û biryara qedexekirinê hat dayîn.   'Berpirsiyarê sereke rêveberiya girtîgehê ye'   Parêzeran diyar kirin ku ji ber biryara nepenîtiyê parêzerên Garîbe ji lêpirsînê hatine dûrxistin û ev tişt gotin: "Rojnivîs, not û nameyên Garîbe hatin desteserkirin, gihandina me ya belgeyên ku dikarin bibin delîlên girîng jî hat astengkirin. Piştî mirina wê biryara sînordarkirina dosyayê, revandina delîlan û veşartina delîlan gumanan zêde dike. Ji ber ku Garîbe girtî bû, mafê wê yê jiyanê di bin parastina gel de bû. Lê belê rêveberiya girtîgehê ev erka parastinê binpê kir û bû berpirsyarê sereke yê mirina Garîbe Gezer. Li gorî xala 3'emî a AÎHM'ê ger ku kesekî ji ber şert û mercên xirab berê hewl dabe xwe bikuje û li gel vê di hucreya yek kesî de bê girtin binpêkirina maf e."   'Gelo hat kuştin'    Di daxwaznameyê de bal hat kişandin ser travmaya psîkolojîk a Garîbe ku jiyaye û hat diyarkirin ku bijîşkê girtîgehê li gorî Peymana Stenbolê rêbaza tedawiyê bi cih neaniye û ji ber vê jî erka xwe ya bijîjk binpê kiriye. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku rewşa mijara gotinê di heman demê de binpêkirina xala 84'an a TCK'ê ye, nameya girtiyê bi navê Denîz Tepelî ya ku gotibû "Ez şahidê qetilkirina Garîbe me" û îfadeya fermî ya xwe jî şand. Hat ragihandin ku Garîbe nemiriye û hatiye kuştin.   Daxwaza doza sivîl   Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku rêveberiya girtîgehê û peywirdarên wê sûc kirine û wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku li gorî hiqûqa navxweyî, xalên 2 û 3’yemîn ên DMME û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Îşkence û pêkanînên xirab doza cemaweriyê bê vekirin."