Ji bo Efeyê bi wesayîta zirxî hat kuştin ATK'ê ji nû de rapor xwest 2021-12-23 12:46:53     AMED - Derbarê Efe Tektekîn ê 5 salî yê di 2019'an de li Amedê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin de ATK'ê ji nû de rapor xwest.    Li ser cadeya Emekê ya navçeya Rezana Amedê di 11’ê îlona 2019’an de polîs Î.A. maşîneya zirxî li Efe Tektekîn ê 5 salî qeliband û bû sedema mirina wî. Derbarê Î.A. de ji sûcê “bûye sedema mirina bi qestî” doz hat vekirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Parêzerên malbatê û parêzerê bersûc beşdarî danişînê bûn.    Daxwaza raporeke nû hat kirin   Parêzerê malbata Efe, Mustafa Aydin di danişînê de axivî û got ew rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) xisûsên elenyên (aleyhe) hatine nivîsandin qebûl nakin û wan ji şandeyek serbixwe ya pispor rapor wergirtine û pêşkêşî dadgehê kirine. Mustafa daxwaza dema zêde kir.    Parêzerê malbatê Omer Sasarkan jî anî ziman ku ATK’ê rapor di çarçoveya beyanên bersûc de amade kiriye û ew dixwazin ATK raporek nû amade bike.    Parêzerê bersûc xwest ku daxwaza dema zêde ya parêzerên malbata Efe were redkirin.    Dozger di mutalaya xwe de xwest ku dosyeyê ji nû ve bişînin ATK’a Stenbolê û raporek pêvek were wergirtin.    Dadgehê xwest dosye ji bo ATK’ê were şandin û şandeya pispor ku hatiye berfirehkirin raporek nû amade bike û danişînek din taloqî 24’ê adara 2022’yan kir.