Doza derheqê 6 kesî de hat dîtin, hat taloqkirin 2021-12-22 14:05:21     RIHA - Rûniştina doza 2 jê jin 6 kesên ku bi êrişa xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol jî tê de, jiyana xwe ji dest dabûn dîsa hat taloqkirin.    Li gundê Çeltîka bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve di 25’ê hezîrana 2019’an de kurê Parlamenterê AKP’êy ê berê Zulfukar Îzol û birayên wî êrişî malbatek xizmên xwe kiribûn. Di êrişê de ji heman malbatê Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol û Meral Îzol û Musa Serhat Îzol hatibûn kuştin. Rûniştina 9’emîn a doza derbarê bûyerê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê hat lidarxistin. Serhat Ferman Îzol ên girtî, ji girtîgehên lê girtîbûn bi SEGBÎS’ê û Yusuf Rojhat Îzol ê ne girtî jî ji Dadgeha Siwêregê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Bersûcên negirtî, şahid û gelek parêzer li eywana danişînê amade bûn. 8 bersûcan jî hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    Mehmet Metîn Îzol di danişînê de axivî û wiha got: “Ji malbata min 4 kes hatin kuştin, ez mexdûr û bêsûc im. Ez bi neheqî têm girtin. Ez berdana xwe dixwazim.”    Yûsûf Rojhat Îzol jî beyanên xwe berê dubare kir û xwest were beraetkirin. Parêzerê Rojhat Îzol, Muhammet Guloglu xwest miwekîlê wî were beraetkirin û bersûcên negirtî tên darizandin di danişîna pêş de li dadgehê werin amadekirin.    Muebbet hat xwestin   Piştî parastinên hatin kirin dozger mutalaya xwe eşkere kir. Dozger xwest derbarê 12 bersûcan de ji sûcê “kuştina bi qestî” 48 caran cezayê muebetê were birîn.    Dozger xwest Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol ên ji dozê girtî ne girtina wan berdewam bike.    Rûniştina biryarê    Parêzeran li hember mutalayê parastinê kirin û sûcdariyên li ser miwekîlên xwe red kirin û xwestin werin beraetkirin. Piştî navberê şandeya dadgehê biryara dewama girtina Mehmet Metîn Îzol û Serhat Ferman Îzol da û danişîna ku bê wek danişîna biryarê diyar kir û taloqî 16’ê adara 2022’yan kir.