Cezayê muebetê ya Nevîn Yildirim hat erêkirin 2021-12-21 15:40:54     ISPARTA - Nevîn Yildirim a parastina xwe kiribû cezayê muebbetê girtibû, cezayê lê hatî birîn ji aliyê Lijneya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.   Nevîn Yildirim a li gundê Korukaya ya navçeya Yalvaç a Ispartayê dijiya, di 28'ê tebaxa 2012'yan de neçar mabû Nurettîn Yavaş ê ku gelek caran destdirêjiya zayendî lê kiribû bikuje. Dadgeh, di darizandinê de ji bo Nevîn Yildirim kêmkirina "rewşa baş" û "tehrîka bêmaf" pêk neanî û di sala 2015'an de cezayê muebetê lê birîbû.   Lijneya Cezaya Giştî ya Dadgeha Bilind jî bi nirxandina dosyayê cezayê muebbetê erê kir.