Li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas 10 sal ceza hat birîn 2021-12-13 13:42:52     AMED - Di rûniştina Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas a hat dîtin de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn.   Rûniştina doza derbarê Hevseroka Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yukselê, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Parêzerên Yuksel Almas, Havva Atli û Mûhîttîn Mûgûç jî di danişînê de amade bûn.    Dozger, mutalaaya xwe ya di danişîna beriya niha de dabû careke din dubare kir û xwest Yuksel Almas girtî were darizandin û were cezakirin.    Daxwaza beratê   Yuksel a li dijî mutalaayê mafê axiftinê dane, diyar kir ku nêzî saleke girtiye û hemû çalakiyên ku tevlî bûye qanûnî ne. Yukselê, da zanîn ku endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye û bi bîr xist ku hevjînê wê di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest daye. Yukselê, bi lêv kir ku ew êşên ku wê kişandine naxwaze kes din bikişîne û daxwaza beraeta xwe kir.    Parêzeran jî diyar kirin ku di danişînên din de bi awayekî berfireh beyan dabûn, bi muwekîla wan re nexweşiya dil û astimê heye. Parêzeran xwest ku muwekîla wan were berdan.    Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji sînorê jor 10 sal ceza li Yukselê birî û biryara berdewama girtina wê da.