‘5’emîn pakêta darazê çareseriyê pêk nayne û pêvajoyê dirêj dike’ 2021-12-08 09:03:31   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzer Sedef Akaydin diyar kir ku bi dewrkirina karên teslîmkirina zarokan a wezareta dadê re, sererastkirina hatiye kirin çareseriyê pêk nayne û wiha got: “Ewlehiya canê dê û zarokê, bi dayîna ‘mafê welayetê’ nikare bê paşguhkirin.”   5’emîn Pakêta Darazê ya ‘ Guherîna Hinek Qanûn û Qanûna Îcra û Îflasê’ di 30’ê Mijdarê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi vê sererastkirinê kar û barê teslîmkirina zarokan ên li Dadgeha malbatê, ji daîreyên îcrayê hat girtin û  dan Midûriyetên Xizmeta Mexdur û Piştgiriya Edlî ya Wezareta Dadê.  Rêxistinên jin û mafên zarokan bertek nîşanî sererastkirinê dan û diyar kirin ku beyî ji muxataban bê pirsîn ev hatiye kirin.   Parêzer Sedef Akaydin jî der barê sererastkirina mijara gotinê ye de ji ajansa me re nirxandin kir.   Cezayê dîsîplînê ji 6 mehan daxistin 3 mehan   Sedefê daxuyakirin ku mevzuata hiqûqa hundir di navbera tespîta rast a pirsgrêk û çareseriyê de dibe pir û dema ev sererastkirin hatiye kirin, di warê hiqûqî de bi pedagog, psîkolog, akademîsyen û parêzvanên maf nehatiye şêwirîn û li pişt deriyan ji civakê dur  biryarên der barê civakê de tên girtin. Sedefê ev tişt anî ziman: “Wekê ku tiştekî gelek baş hatiye kirin nîşan didin, lê ji çareseriyê gelek dur e. Di beşên guhertî yên malpera wezareta dadê de behsa cezayê dîsîplînê tê kirin.  Lê ji xwe tiştek wisa hebû. Wekê ku berê cezayê dîsîplînê tunebû nîşan didin. Ceza heta 6 mehan bû. Lê bi guherînê re kirine 3 meh.”   Sedefê her wiha bi lêv kir ku di dozên destberdan an jî welayetê de dema nêzîkatiyeke li dijî biryara dadgeha malbatî hebe, ji xebatkarên pewyirdar ên Midûriyeta Îcrayê fêde dihat girtin û dema diçûn îcraya zarok, ji xwe pisporên wek psîkolog, pedagog û civaknas hebûn. Sedefê ev tişt bi lêv kir: “Di guherîna îro de derbasî bin sîwaneya Midûriyeta Xizmetên Mexdur û Piştgiriya Edlî dibin.”   ‘Brokrasî zêde bû, pêvajo hat dirêjkirin’   Sedefê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Beriya ev guherîn bê kirin, dema tevgerek şaş a li dijî biryara dadgehe hebûna, serî li Midûriyeta Îcrayê dihat dayîn, ji aliyê midûriyetê ve teblîgat dihat derxistin û  digot divê di van rojan de zarok bê teslîmirin, di rewşa berovajî vê de cezayê girtîgehê dihat dayîn. Bi guherîna hat kirin re,  beriya teblîgat bê rêkirin kirin, bi hevkariya ragîhandinê li kes digerin, ji aliyê midûriyetê ve dibêjin zarok deynin vir. Zarok nebin wir  pêvajo vedigere serî û vê carê bi nivîskî tê nivîsîn. Ji ber vê pêvajo jî dirêj dibe. Yek ji guherînên din jî ji lêçûnên parêzer wêde, hat gotin ku lêçûnên tebligatê wê wezareta dadê bide.  Wê demê mirov bêguman wê bêjin; ev riya ragîhandinê wê di jiyana mirovan de di pêkanîna pratîk de çi biafirîne? Ev hêsaniye an jî dirêjkirina pêvajoyê ye. Ev nokteyek girînge.”   ‘Encam wê di pratîkê de derkeve holê’   Sedefê destnîşan kir ku di rewşên ku zarok neyên teslîmkirin de di demên krîz û mudaxaleyê de ligel polîsan pedagog berê wê li wir bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ku biryara der barê welayetê de bê îhlalkirin mafê welayetê tê guhertin. Di pratîkê de çi wê bê afirandin, divê em lê binêrin. Di dema dayîna welayetê de tişta ewil divê mirov li fêdeya zarokê baldar bin. Em ê encamên wê di pratîkê de bibînin. Mêrekî ku di asta destberdanê de bû bi îdiaya jinê ceza bike zarokê xwe qetil kir. Li dijî bûyerên wisa xebat nehat meşandin. Kê serî li îcrayê da? Di kîjan rewşan de serlêdan kirin? Daneya ku dewlet bide ber me jî tune ye. Çend jinan bi kîjan hincetan serlêdan kir. Çima tên vê astê û dikare çi bê kirin? Pirskirina van pirsgirêkan girînge. Ev guherîn vê pêk tînin gelo? Ev pêkanîn wê çi biafirîne? Bêguman wê asta pîlot hebe. Midûriyet wê bên avakirin, li cihên neyên avakirin wê peywirê kî bike? Wê gelek tevlihevî bên jiyîn.”   ‘Mafê welayetê nikare  bê piştgûhkirin’   Sedefê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di metna qanûnî de wiha tê gotin ‘di rewşên pêwist de wê serî li ewlehiyê bê dayîn’ û wiha dawî lê anî: “Gelo wê di kîjan rewşan de serlêdan bikare bê kirin? Gelo bi rastî dema hewce bibe hun li wirin? Wek bûyera Ayşe Tugba Aslan, dema hewce bû divê hun li wir bûna.  Ewlehiya canê dê û zarok nikare bê piştguhkriin.”