Rojek navber dan Doza Kobanê 2021-12-07 15:01:26     ENQERE - Rojnamevanên ku xwestin Doza Kobanê ya ku parêzer û siyasetmedar beşdar nebûnê bişopînin, bi hinceta ku kartên wan ên turkuaz nîne destûr nedan bikevin eywana danişînê. Her wiha danişîn rojekê hat taloqkirin.    Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de berdewam dike. Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin. Danîşîn li 22’yemîn Dageha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê danîne tê lidarxistin. Danişînê îro jî dest pê kir.    Siyasetmedarên tên darizandin û parêzerên wan bi boneya ku daxwaz wan a darizandina adilane hat redkirin, beşdarî danişînê nebûn.   Rojnamevanên ku xwestin danişîna ku siyasetmedar û parêzer beşdar nebûn bişopînin, bi sepanek sosret re rûbirû man. Polîsan destûra rojnamevanan neda ku biçin eywana danişînê. Polîsan ji bi hêceta “fermanek nû hat, ji ber ku kartên we yên turkuaz ê çapemeniyê nîne, em nikarin we berdin eywana danişînê” berneda ku rojnamevan biçin danişînê bişopînin.  Li eywanê tenê leşker û polîs hatin bi cih kirin.    Piştî ku heyeta dadgehê daxwaznameyên hincetê li dosyayê zêde kir, danişîn rojekê taloq kir.    Wê danişîna 7’emîn di 9’ê kanûnê de were dîtin.