Ji bo Hevseroka DBP'ê Seval Gulmez ceza hat xwestin 2021-12-06 12:03:56     AMED - Di rûniştina Hevseroka DBP'ê Seval Gulmez de dozger mutala da û bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" ceza xwest.    2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seval Gulmez a bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Sevalê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên wê Burhan Arta û Hanefi Kandemir beşdarî rûniştinê bûn.   Dozger ceza xwest   Di rûniştinê de meqama iddiayê mutala pêşkeş kir û beyanên şahidê nepen G11O55L44F47 tê de cih girt. Her wiha endamtiya Komeleya Jinê û Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyên Sevalê beşdar bûbûn wekî sedemên sûc hatin dîtin. Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" ji bo Sevalê ceza hat xwestin.     Parêzer Hanefi Kandemir diyar kir ku ew beyanên xwe yên berê dubare dikin û mutalayê qebûl nakin. Her wiha ji bo parastinê dem xwest.    Şandeya dadgehê daxwaza demê qebûl kir û daxwaza rakirina qedexeya tedbîra kontrola edlî hat redkirin.    Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 2'yê Adara 2022'yan kir.