Doza derbarê Aygul Doku de hat dîtin 2021-12-03 12:52:46     DÊRSIM - Rûniştina doza li ser gilîkirina zirbavê Zaynal Abarakov, Engin Yucer hatibû vekirin hat dîtin.    Li Dêrsimê di 5'ê Çileyê 2020'î de xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku winda bû û êdî xeber jê nehat girtin. Lê belê heta niha derbarê gumanbarê sereke Zaynal Abarakov de jî tu gav nehatiye avêtin. Li ser gilîkirina zirbavê Zaynal Abarakov, Engin Yucer bi iddiaya "zirardayina mal" doz li xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku hatibû vekirin. 5'emîn rûniştina dozê hat dîtin. Aygul Doku, parêzerên wê Fatma Kalsen û Ali Çimen li rûniştina li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Dêrsimê hat dîtin amade bûn.    Dozgeriyê ji bo amadekirina muatalaya derbarê esas de dosya ji dadgehê daxwaz kir. Heyeta ku daxwaz qebûl kir rûniştin taloqî 20'ê Çileyê ya 2022'yan kir.