7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Makbule Ozbek hat birîn 2021-12-02 15:21:48   AMED - Di rûniştina Dayika Aştiyê Makbule Ozbek de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî KCD'ê de di 29'ê Hezîrana 2020'î de bi idiaya "endamtiya rêxistinê" Dayika Aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî hatibû girtin. Makbuleyê qeyrana dil derbas kiribû û bi serlêdana parêzeran di 5'ê Îlona 2020'î de hatibû tehliyekirin. Rûniştina Makbuleyê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Makbûleyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzera Makbuleyê Gulşen Ozbek beşdarî rûniştinê bû.   Meqama îdiayê bi idiaya "endamtiya rêxistinê" ceza xwest. Parêzerê Makbuleyê Gulşen Ozbek parastin kir.    Şandeya dadgehê piştî navbera ku da derbarê Makbuleyê de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" 5 sal cezayê girtîgehê da. Dadgehê ceza zêde kir û 7 sal û 6 meh ceza li Makbuleyê birî.