Aktivîsta TJA'yê Seyhan Başak hat tehliyekirin 2021-11-26 13:08:21     COLEMÊRG - Aktivîsta TJA'yê Seyhan Başak a li Colemêrgê bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin di rûniştina yekem de hat tehliyekirin.    Yekemîn rûniştina doza aktivîsta Tevgere Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  beşdarî rûniştinê bûn. Seyhanê jî ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.   'Ji bo parastina bi zimanê dayikê ez mecbûr mam pere bidim'   Piştî tespîta nasnameyê Seyhanê xwest bi kurdî parastinê bike li ser vê yekê serokê dadgehê wiha got:"Tu bi tirkî dizane lê belê tu dixwazî bi kurdî parastinê bike. Berdêleke vêya heye. Divê tu heqê tercumantiyê bide." Li ser vê yekê Seyhanê wiha got:"Ev zimanê dayika min e û ez ne mecbûr im ji bo vê yekê pere bidim. Ez ê bi zimanê dayika xwe parastina xwe bikim."   'Hûn dixwazin parastina bi zimanê dayikê ji holê rakin'   Parêzerên OHD'yî jî li dijî helwesta serokê dadgehê wiha gotin:"Hûn dixwazin parastina bi zimanê dayikê bi gefxwarina maddî ji holê rakin."   Şandeya dadgehê piştî nîqaşê navber da rûniştinê. Dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryar da ku bi hinceta "Guhertina wesfa sûc" Seyhanê bi şerdê kontrola edlî bê berdan.    Rûniştin taloqî 10'ê Kanûnê hat kirin.