Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 22 rojnamgeran ceza hat xwestin 2021-11-23 12:02:32     STENBOL - Ji bo 22 rojnamegerên bi biserdegirtina Ozgur Gundemê hatibûn binçavkirin bi îdiaya "mukavemet" û "heqaret" a li dijî polîsan ceza hat xwestin.    Di tebaxa 2016'an de bi biserdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê 22 rojnameger hatibûn binçavkirin. Rûniştina doza ku 22 rojnameger ji ber sûcên "heqaret" û "mukavemet" a li dijî polîsan jê tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Rojnamegerên hatin darizandin beşdarî rûniştinê nebûn. Parêzer jî li rûniştinê amade bûn.    Dozger ji bo rojnamegeran ceza xwest û heyeta dadgehê mazerata parêzeran a ji bo dosyayê qebûl kir û rûniştin taloqî 21'ê Kanûnê kir.