Li Rojnameger Nurcan Yalçin 3 sal 7 meh û 22 roja ceza hat birîn 2021-11-22 12:50:25     AMED - Di daneşîna doza ku Nurcan Yalçin jê dihat darizandin de, dadgehê bi îdaya "bi zanebûn û bi daxwaza xwe alîkarî bi rêxistinê re kiriye" û "propaganda rêxistinê" kiriye 3 sal 7 meh û 22 roj cezayê girtîehê li Nurcanê birî.   Daneşîna biryarê ya doza ku Nurcan Yalçin jê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nurcanê tevli daneşînê nebû lê parêzerê wê Resul Temur li daneşînê amade bû.    Di daneşîna ku bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin de makamê îdayê daxwaz kir ku Nurcanê ji "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.   'Divê li ser îfadeya kesê veşarî tu kes neyê darizandin'   Piştre parêzer Resul Temur mafê axaftinê girt, got ku ew mutalaya makamê îdayê qebûl nakirin, wan îfade bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirine û tu lêpirsîneke ku derbarê muwekîla wî de hatibe destpêkirin tune ye. Resul got, "di lêkolîna ku hatiye kirin de endamtiya muwekîla wî ya komeleyê berdewam dike û ji ber vê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li vê derê endamtiya muwekîla min a komeleyeke fermî hatiye lêpirsînkirin. Mafekî qanûnî wekî ku suc be hatiye nirxandin. Divê tenê li ser îfadeya kesê veşarî tu kes neyê darizandin."    'Tu rewşeke sûcdarkirinê tune ye'   Resul anî ziman ku qeyda muwekîla wî ya SGK'yê ku li ku dixebite heye, îfadeya kesê veşarî derew e û berdewam kir, "Muwekîla min rojnameger e. Ji dema ku derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin de li şîrketa produksiyonê dixebite.  Ji ber vê jî muwekîla min dikare bikeve gelek qadan û nûçe bişopîne. Tu rewşeke muwekîla min ku jê bê sûcdarkirin tune ye û ez beraeta muwekîla xwe dixwazim."   Cezayê girtîgehê danê   Heyeta dadgehê piştî navbera ku dayê, li Nurcanê bi îdaya "bi zanebûn û bi daxwaza xwe piştgirî daye rêxistinê" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê birî, bi îdaya " propagandaya rêxistinê kiriye" jî salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî. Bi giştî heyeta dadgehê li Nurcanê 3 sal 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.   Herwiha dadgehê derbarê Nurcanê de biryara qedexeya kontrola edlî jî da.