Ji Dadgeha Bilind biryara Peymana Stenbolê 2021-11-18 13:37:33   ENQERE - Dadgeha Bilind biryara sekinandina rakirina Peymana Stenbolê red kir û da zanîn biryar li gor hiqûqê ye.    Peymana Stenbolê di 20'ê Adarê de hatibû feskirin û di 1'ê Tîrmehê de jî hatibû rakirin. Jinan li dijî vê yekê bertek nîşan danbûn û ji aliyê gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvil û rêxistinên hiqûqê serî li Dadgeha Bilind hatibû dayin ku feshkirina Peymana Stenbolê bê betalkirin.    Dadgeha bilind fesihkirin li gor hiqûqê dît   Dadgeha Bilind rawestindina biryara serkomariyê red kir. Got ev li gor hiqûqê ye. Daîreya 10'emîn a Dadgeha Bilind rawestandina biryara vekişandinê red kir.