Li 19 girtiyên hatin îşkencekirin doz vekirin 2021-11-07 12:38:02     MÛŞ - Li 19 girtiyên jin ên di 2017'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê diman ku di nav wan de Ayten Beçet a jiyana xwe ji dest da jî hebû û hatibûn îşkencekirin doz hat vekirin. Di îdanameya dozê de pirtûka bi navê "101 Soruda Demokratîk Ozerklik (Di 101 Pirsê de Xweseriya Demokratîk)" wek delîla sûc hat  hatibû kirin û hatin înşkencekirin    Gardiyanan li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê di 17’ê Sibata 2017’an de bi ser qawîşa girtiyên jin de girtibûn. Di serdegirtina ku leşker jî tevlîbûyî de di encama niqaşan de Ayten Beçet a li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî jî di nav de gelek jin bi lêdanê hatibûn birîndarkirin. Piştre gardiyanan giliyê 19 jinên ku li wan dabûn kiribûn. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Mûşê ve hat qebûlkirin de, girtî bi îdiayên “Tiştên qedexe xistine girtîgehê” û “Ji bo ku peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” hatin sûcdarkirin.    Di îdianameyê de pirtûka “ 101 Soruda Demokratîk Ozerklik (Di 101 Pirsan de Xweseriya Demokratîk)” jî weke sûc hat nîşandan.