Doza parêzer Elîf Tirenç hat taloqkirin 2021-11-04 15:56:36   AMED - Doza Endama Damezrîner a Komeleya Jinan Rojayê Elîf Tirenç Îpek Ulaş ku ji ber xebatên wê yên li komeleyê hatibû vekirin hat taloqkirin.   Daneşîna 3'emîn a Doza derbarê Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tirenç Îpek ku ji ber xebatên wê yên li komeleyê hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Li daneşînê Elîf Tirenç  û parêzerên xwe Gozde Engîn, Oyku Çakmak, Asya Cemre Işik amade bûn. Herwiha gelek hempîşeyên Elîfê jî ji bo piştevaniyê li daneşînê amade bûn.    Li daneşînê makamê îdayê diyar kir ku derbarê belgeyên tên xwendin de tu tiştekî bibêjin tune ye, xwest îfadeya şahida nepen ZS35SN58UV52FG10 di dosyayê de bê bichkirin, ji bo Elîfê jî derbarê îdayên "endama rêxistinê ye" tu lêpirsîn hatiye vekirin an na, ger ku hatiye destpêkirin bila nimereyên van dosyayan ji dadgehê re bên ragihandin û kêmasyên di dosyayê de bên temamkirin.    Elîfê derbarê îdayan de parastina xwe kir,  got ku sedema ew niha  tê dadgehkirin tundiya hikûmetê ya li heberî jinê ye.  Elîfê diyar kir ku tişta tînin ber tenê îfadeya şahida nepen e ku ew jî derew e û daxwaz kir ku bê deraetkirin.   Doz hat taloqkirin   Piştî parastina Elîfê û parêzerên wê dadgehê xwest îfadeya şahida nepen di dosyayê de bê bichkirin, ji bo Elîfê jî derbarê îdayên "endama rêxistinê ye" tu lêpirsîn hatiye vekirin an na bê lêpirsînkirin, ger ku hatiye destpêkirin bila nimereyên van dosyayan ji dadgehê re bên ragihandin, kêmasyên di dosyayê de bên temamkirin û doz taloqî 15'ê Sibata 2022'yan kir.