Cezayê Çîlem Dogan a ku parastina xwe kir hat erêkirin 2021-11-04 11:26:58     ENQERE - Dadgeha bilind cezayê 15 salan ê girtîgehê ku li Çîlem Dogan a parastina xwe kir û Hasan Karabulut ê ku fuhuş lê ferz kir û tundî lê kiribû kuşt erê kir.   Cezayê 15 sal  girtîgehê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve li Çîlem Dogan a parastina xwe kir û Hasan Karabulut ê tundî lê dikir û fûhûş lê ferz kiribû di sala 2015'an de kuşt lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha bilind ve hat  erêkirin.    Piştî biryara ku hat dayîn parêzerên Çîlem Dogan a ku wê careke din bikeve girtîgehê diyar kirin ku ew ê serî li Dadgeha Bingehîn (AYM) bidin.