Darizandina Hevseroka Giştî nehat rawestandin 2021-11-03 12:55:34   ENQERE - Rûniştina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan hatibû vekirin hat dîtin. Daxwaza parêzeran a ji bo rawestina darizandinê nehat qebûlkirin.    Bi hinceta beşdariya daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka Giştî ya Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan doz hatibû vekirin. Rûniştina 11'emîn li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Parêzerên Pervînê li eywanê amade bûn. Pervînê beşdarî rûniştinê nebû.    Parêzer Kenan Maçoglu diyar kir ku divê darizandina Pervinê bê sekinandin. Meqama îdiayê jî xwest biryara redê ji bo daxwazê bê dayin.    Rûniştin taloqî 16'ê Sibata 2022'yan hat kirin.