Jina 96 salî 'ji bo civakê' talûke hat dîtin 2021-11-02 12:30:50   RIHA - Tevî rapora  Aliye Yabansû ya 96 salî ya "nikare ceza bigire" heye jî bi hinceta heqaret li serokkomar kiriye ceza lê hat birîn. Tê xwestin Aliyeyê bibin Qeyseriyê.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Siwêregê ya Rihayê, bi hinceta ku "heqaret" li Serokkomar kiriye, doz li jina 96 salî Aliye Yabansû ku di konteynerekê de dijî hat vekirin. Aliyeyê ku rapora wê ya "nikare ceza bigire" heye, di 9'ê çileya 2019'an de bêyî ku destûra wê bê girtin dîmenekê wê tê kişandin û bêyî destûra wê li ser medyaya sanal tê parvekirin. Li ser vê yekê kesê bi navê M.Î. serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dide û giliya Aliyeyê dike. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, derbarê Aliyeyê de doznameya amade dike û li Aliyeyê doz vedike. Di doznameyê de tê angaştkirin ku Aliyeyê bi rûmet û rêzgirtina Serokkomar leyistiye û hatiye xwestin ku ji ber "nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê" lê bê pêkanîn.    Parastina parêzer   Di 1'ê kanûna 2020'an de danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Siwêregê hatiye dîtin. Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, di danişînê de daye zanîn ku muwekîla wî nexweşa li nav nivînan e û di dîmenên ku hatiye kişandine ne diyar e ku muwekîla wî gotin ji kî/ê re dibêje û beraeta wê xwestiye. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê jî rapora "nikare ceza bigire" ku ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy girtiye pêşkêş kiriye û xwestiye ku ji ber "nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê" li Yabansû bê pêkanîn.    Biryara dadgehê   Li ser vê parastin û daxwazê dadgehê, diyar kiriye ku berpirsyariya ceza ya Aliyeyê tune ye û biryar daye ku heta talûkeya wê ya ji civakê re ji holê rabe li nexweşxaneyeke herî nêz bê tedawîkirin û parastin. Rexmî ku dagehê biryar daye ku li nexweşxaneyekê nêz bê tedawîkirin jî Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, di 26'ê cotmehê de ji Miduriyeta Polisan a Siwêregê xwestiye ku herî dereng heta 1-5'ê mijdarê Yabansû sewqî Nexweşxaneya Bajar a Qayseriyê bê kirin û ji nexweşxaneyê rapora ku pêwistiye Aliyeyê bi tedawiyê heye yan tune yê bê xwestin.    Îtiraza parêzer   Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, biryarê îtîraz kir û îtîraza wî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.  Celîl , di serlêdana xwe de destnîşan kiriye ku temenê biyolojîk ê muwekîla wî 10 sal e û nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne.  Celîl, daye zanîn ku rewitiya bi qasî 8 saetan û şandina wê ya bajarekî kesî lê nas nake ji îşkenceyê ne cudatir e û weke wê bi saxî bikin gorê ye. Celîl, xwest ku ji ber sedemên diyar kiriye biryara jibo muwekîla wî hatiye dayîn bê rakirin. Piştî îttîraza xwe ya li dadgehê,  Celîl  duh ji bo îtîrazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Siwêrege jî da û bal kişand ser temen, tenduristî û rewşa muwekîla xwe ku nikare ceza bigire û got ku seyaheteke muhtemel wê tenduristiya wê bike talûkeyê.    Parêzer  Celîl, bertek nîşanî biryara hatiye dayîn û pirsa ku çima ne li şûna Amedê biryara Qayseriyê hatiye dayîn.