Têkoşîna jinê gumanbar da girtin 2021-11-01 09:06:03     ENQERE - Zarokek li Azerbaycanê ji aliyê xizmê xwe Asger Agayev ve hat tecawizkirin. Dozger ji bo zarokê got ‘bûyera tecawizê tune’. Tevî vê îfadeyê  bûyer ket rojeva cîhanê û gumanbar hat girtin. Parêzera zarokê, Zibeyda Sadiqova balkişand ser têkoşîna jinan û diyar kir ku dîtina hêza piştevaniya jinê gelek xweş e.   Li Baku ya Azerbaycanê di 25’ê tebaxa 2020’an de mêrê bi navê Asger Agayev tecawizê zaroka ku xizma wî bû kir. Zarokê di 27’ê tebaxê de gumanbar gilî kir. Piştre lêpirsîn hat destpêkirin, dozgerê dosyayê, tevî ku tecawizê di raporan de jî cih girtibû got ‘bûyera tecawizê tune’ lêpirsîn girt. Li dijî vê îtîraz hatin kirin, lê di 7’ê îlonê de dosya hat temakirin û gotin ‘tecawiz tune’.    Çalakiya li ser çapemeniya civakî   Parêzerê S. Zibeyda Sadiqova, destnîşan kir ku dozgeriyê du caran heman biryar daye û li ser vê serî li dadgeha jor daye. Zibeyda ku dema li bendê encamê bû ji Tevgerên Jinan ên Tirkiyeyê piştgirî xwest. Piştî vê li ser çapemeniya civakî bi etiketa “#S…İçinAdalet” çalakî hat destpêkirin. Tevî hemû serlêdan û gilîkirinan gumanbar nehat girtin û ji rayagiştî bertek mezin bûn. Li ser bertekan gumanbar hat girtin. Parêzera zarokê Zibeyda Sadiqova pêvajo ji ajansa me re nirxand.   ‘Dewlet alîgir tevgeriya’   Zibeydayê da zanîn ku saleke li dijî vê bûyerê têdikoşin û got tevî ku raporên wan hebûn bê encam maye û wiha dirêjî dayê: “Zarok û malbata wê li Azerbaycanê mirovên polîtîk in. Saleke ku ji bo gumanbar bê girtin me hewl dida. Lê dewlet alîgir tevdigeriya û ji ber vê îtîraz bê encam diman.”   ‘Piştî bertekan gumanbar hat girtin’   Zibeydayê daxuyakirin ku piştî îtîraza li dadgeha jor pêvajoyek lêkolînê ya nû jiyane û di vê pêvajoyê de biryar girtine ku hem li Azerbaycan û hem jî seranserê cîhanê rayagiştî ava bikin û ev nirxandin kir: “Em bi rêxistinên cuda  û rojnaemegerên jin re ketin têkiliye. Piştî demekê di 19’ê cotmehê de gumanbar Asger Agayev hat binçavkirin. Di 21’ê cotmheê de jî 4 meh ceza danê. Hîna nehatiye teqezkirin lê wê girtî bê darizandn. Piştî 4 mehan wê derkeve dadgehê û li gorî wê bê cezakirin."   Piştevaniya jinê   Zibeydayê balkişand ser piştevaniya jinan û wiha dawî lê anî: “Piştî nûçeya girtinê em hestyar bûn. Em giriyan û me hevdû hembêz kir. Em bi kelecanin. Salek bû em li bendê vê bûn. Piştî bertek hatin nîşandan pêvajo lez bû. Di hefteyekê de biryar derket. Nûçe û piştgiriya welatên din bû alîkar. Em spasiyên xwe dikin. Dîtina hêza piştevaniya jinê gelek xweş e.”