'Kiryar Burak Ercan carek din hat parastin' 2021-10-27 19:25:33     ŞIRNEX - Danişîna doza kiryar Burak Ercan taloqê 6’ê kanûnê hat kirin. Şandeya ku tevlî danişînê bûn piştre daxuyaniyek da û got: "Em ê şopdarê vê dozê bin."   Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. Yekemîn daneşîna wî di 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Sekretera Jin a Navendê ya Giştî ya SES’ê Gonûl Adibellî, Sekretera Jin a Navendî ya Egîtîm-Sen’ê Sîmge Yardim, Sekretera Jin a KESK’ê Donê Gevher Koyun, Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Îkram Atabay, endamên Şaxên KESK’ê yên Şirnex, Amed, Mêrdîn û Sêrtê, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û parêzer tevlî danesînê bûn.    Parêzer û mexdûrên dozê di daneşinê de amadebûn, kiryar Burak Ercan jî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî bû. Doza ku bi tespîskirina nasnameyan dest pê kir, yekem kiryar Burak Ercan parastina xwe kir.    Îfadeyên nakokî da   Kiryar Burak Ercan ku berê li dozgeriyê îfadeyên nakokî dabû, serokê dadgehê carek din pirsa îfadeyên nakok kir. Kiryar Burak Ercan vê carî jî behsa diyalogên ku bi xwendekaran re kiribû anî ziman. Kiryar Burak parastina xwe kir û hemû gotinan  red kir.   Piştre parêzerê kiryar Yasîn Şen parastinê kir û diyar kir ku bûyera îstîsmara zayendî ku hatiye jiyîn komploya PKK’yê û destnîşan kir ku sazî û dezgehên ku pişt zarokane saziyên veşartî yên PKK’ê ne. Serokê dadgehê, axaftina parêzer birî û li ser vî yekê parêzer vê carê jî mexdûran hedef girt û diyar kir ku gotinên wan ne rastin û mûwekîlê wî bêsûce.    Daxwaza girtinê kirin    4 xwendekarên ku berê îfadeyên wan hatin girtin yek jê van got ji ber darizandin nêzî 4 sal in didome û tu pêşketinek tuneye giliya xwe paşve kişandine. 3 mexdûrên dinê ku ji aliyê kiryar Burak Ercan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû mane behsa bûyerê kirin. Piştre parêzerên mexdûran, daxwaza girtina kiryar kirin.    Daxwaza girtinê hat redkirin   Piştî îfadeyan heyeta dadgehê, navberek kurt da û piştre biryara xwe aşkere kir. Heyeta dadgehê, daxwaza têkilbûyîna Baroya Şirnexê red kir û her wiha daxwaza girtina kiryar Burak Ercan jî red kir.    Doz taloqê 6’ê kanûnê hat kirin.    Şandeya ku dozê şopand, piştre li ber edliyê daxuyaniyek da.    ‘Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin’   Parêzer û Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, anî ziman ku piştî bûyer derket holê sê sal û nîvin şûnde yekemîn daneşîna dozê hatiye dîtin û wiha got: “Dosyeyek gelek girîng bû. Li gor raporên mûfetîşan 38 kes bi êrîşa zayendî re rûbirî mane û kiryar tu rojekê jî nehatiye binçavkirin. Daxwaza me ya girtinê hat retkirin. Derbarê vê kesî de sererast pêvajoyek darizandinê ku nehatiye destpêkirin, niha li Stenbolê di dibistanekê din de peywirdar e. Em wek hiqûqnas li dijî vê tiştî serî li her rêyên qanûnî bixin. Ji bo kiryar bê cezakirin çi ji destên me bên em ê bikin. Li heremê bûyerên ku bi vî rengî pêk tên wek rêxistin tê binavkirin. Wekî ku li gor talîmata rêxistinê em kar û çalakî tên kirin û vê tiştê didin li ber çavan. Lê belê em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”   ‘Bi biryarên bêcezabûnê tên parastin’   Piştre Sekreta Jin a Navendê ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim daxuyaniyê xwend. Sîmge, anî ziman ku ji ber AKP û MHP’ê kiryarên tundî û îstîsmarê ku bi darazên xwe rê pêşiya wan vedike û wiha domand: “Bi taybetî jî memûrên dewletê ku tundî û îstîsmara li dijî jin û zarokan dikin bi biryarên bêcezabûnê tên parastin. Bi van biryaran baweriya civakê ji holê radikin û mexdûrbûna wan jin û zarokan kûr dikin.”