Doza Kobanê bi parastina siyasetmedaran dewam dike 2021-10-26 14:06:22     ENQERE - 5'emîn rûniştina doza Kobanê bi parastina siyasetmedaran didome.    Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin bi rûniştina 5’emîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Parêzerên dozê û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Girtiyên li Sîncanê girtî ne li eywana rûniştina dozê amade ne û girtiyên din jî li girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûn.    'Hûn li ser xeta we li vir ava kiriye darizandinê dikin'   Piştî tespîta nasnameyan parêzerê Endamê Meclîsa HDP’ê Nazmî Gur ê ku duh parastina wî qediyabû Kenan Maçoglû axivî. Kenan da zanîn ku li vê eywanê darizandin nayê kirin û got: “Em her tim belge pêşkêşî we dikin û parastinê dikin lê belê we guhê xwe li gotin û tiştên em dibêjin re girtiye. Hûn li ser xeta we li vir ava kiriye darizandinê dikin û pirsan ji miwekîlên me dikin. Ev jî niyeta we nîşan dide.”    Kenan têkildarî maîla ku PYD’ê şandiye jî axivî û got: “Me wê serdemê gelek caran got PYD bi xwe hatiye Tirkiyeyê. Hûn hatina PYD’ê ya wê demê nadarizînin, lê hûn li ser maila ku hatiye hevalên me ji mirina 37 kesan berpirsiyar digirin. Divê hûn hatina PYD’ê ya Tirkiyeyê bipirsin.”    'Şande niha bi klasorên dubare darizandinê pêk tîne'   Kenan destnîşan kir ku miwekîlên wan bi heman dosyeyê cara duyem e tên darizandin û ev dosya jî têkildarî bûyerê 6-8’ê Cotmehê ne û şande niha bi klasorên dubare darizandinê pêk tîne.    'Gelo we ev îfadeyan xwendiye?'    Kenan anî ziman ku ew dipirsin dosya ji destpêkê ve heta niha çawa gihandine şahidên veşarî û wiha got: “Hêj we nepirsiye. Em dibêjin ev şahid pir eşkere û zelal hatine afirandin. Dema ku Demîrtaş û Yuksekdag cara duyem hatin girtin, dozger xwe gihand van dozgeran. Dozger di kanûna 2019’an de şahidê veşarî Mahîr dît. Ji bo ku hewcedariya biryara parastina şahid heye wê îfadeya şahidan bi tena serê xwe esas neyê girtin, ketin pey lêgerîna şahidên eşkere. Serî hemû îtîrafkarên girtîgehên Tirkiyeyê hatiye xistin û gotin îtîfkariyê bikin. Di dawiya meha kanûnê de xwe gihandin Kerem Gokalp. Gelo we ev îfadeyan xwendiye?     Îdianame hemû li ser van îfadeyan hatiye hûnandin. Van tiştan îstîxbaratê nivîsiye û xêz kiriye. Binêrin îfadeyên şahidê veşarî Mahîr 6 rûpel in û îfadeyên Kerem Gokalp jî 5 rûpel in. Îfadeyên Gokalp û Mahîr heman in. We axaftina Demîrtaş a di sala 2104’an de ku li Deriyê Murşîtpinarê kiribû li dosyeyê bar kiriye. Ev axaftin bi şahidan dane jiberkirin û bêhnok bi bêhnok bi wan dane gotin. Çawa çêdibe ku şahid daxuyaniya 5 sal berê ji bîr nakin. Ji de-da’yê bigire heta xeletiyên nivîsê her tişt eynî gotine. Ev çawa çêdibe ku axaftina di 2014’an de heta xeletiyên nivîsandina wê bi heman rengî jiber dizanin. Ji kerema xwe bixwînin.   'Zext li ser we hene'   Ji xeynî vê belgeya komployê çawa dibe? Ji bo wan vê dosyeyê ango darizandinê zû bi rê ve bibin, zext li ser we hene. Me di vê danişînê de ji tevgerên viya derxist. Lê belê em dîsa bêjin, li vir sûc tê kirin. Hûn jî dibin şirîkê vî sûcî. Em berdanê daxwaz nakin. Em dibêjin nebin şirîkê vî sûcî.”    Piştî axaftina Kenan, rûniştina dozê bi parastina endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors berdewam dike.