Berfîn Gokkan: Di doza Ayşe Gokkan de darizandineke adîl nehat kirin 2021-10-22 12:35:55   Şehriban Aslan   AMED - Parêzera Ayşe Gokkan a ku 30 ceza lê hat birîn, Berfîn Gokkan li ser cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn da zanîn dadgehê ji roja ewil de biryar dabû ku ceza bibire û got darizandineke adîl nehat kirin.   Dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê da Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Mafê parastinê ji aliyê dadgehê ve hat sabotekirin. Parêzera Ayşe Gokkan, Berfin Lutfiye Gokkan têkildarî cezayê li Ayşeyê hat birîn nirxandin kir.    'Ji roja ewilî ve dadgehê ji bo ceza bide Ayşeyê biryar dabû'   Berfînê da zanîn dadgeh bi awayekî adil nêzî dosyaya Ayşeyê nebûye û wiha pê de çû:"Dadgehê fikir, kîn û nefreta xwe eşkere kir. Ayşeyê parastina zimanê bi kurdî xwestibû bike lê daxwazên wê yên tercumantiyê hatibû astengkirin. Dadgehê êrişî Ayşeyê kir û bi awayekî baş li Ayşeyê guhdar nekir. Ji roja ewilî ve dadgehê ji bo ceza bide Ayşeyê biryar dabû.    Nivîsên Ayşeyê sûc hatine hesibandin   Berfînê da zanîn wan ji ber Ayşeyê girtîbû berê jî sê caran serî li AYM'ê dane û wiha got:"Nikare hem ji endamtiya rêxistinê hem jî ji alîkariyê cezayên cuda bên dayin. Ev dosya em bawer in dikare li îstinafê bê xerakirin. Nivîs û demeçên Ayşeyê daye çapemeniyê sûc hatiye hesibandin. Ev tişt jixwe bi veşartî nekiriye. Di dosyayên kirine yek de dubarekirin mijara gotinê ye. Ev xisûsana dikare li dageheke din a bi ser vê dadgehê ve bên xerakirin. "