Tecrîd çima herî zêde bandorê li jinan dike? 2021-10-22 10:05:25       Habibe Eren    NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta TJA'yê Nazîle Tursun da zanîn ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike û wiha got:"Tê xwestin îradeya jinê têk biçe, jin bibin kole û bi vî hawî civak jî bibe kole. Bi destdirêjî, tecawiz, fuhuşê tê xwestin civak ji rastiya xwe, ji hebûna xwe dûr bikeve û civak teslîm bê girtin. Ev yek jî bi zaneyî û bi awayekî stratejîk li Kurdistanê tê sepandin."   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ne, didome. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û yên malbatê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê nayên bersivandin. Her wiha Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji bo Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dabûn. Heta niha bersivek ji bo serlêdanê nehatiye dayîn.    Tecrîd bandorê li tevahiya jiyanê dike. Neçareseriya pirsgirêka kurd, talankirina xwezayê, qirkirina jinê, xizanî û bêkarî hwd. ji encamên tecrîdê pêk tên. Der barê bandora tecrîdê ya li ser civak û jinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nazîle Tursun axivî.    'Tecrîd belavî civakî dibe'   Nazîle, diyar kir ku tişta girîng nirxandina tecrîdê ye û got: "Dema mirov wek têgeh bigire dest, îzolekirina kesan e û lê belê wek polîtîkayek tê meşandin. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tecrîd tê pêşxistin, belavî civakê tê kirin. Wek rêbazeke îqtîdarê di nav jiyana rojane de pêyder pêy xwe zêde dike. Pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi her awayî bandorê li her qadên civakê dike. Li Îmraliyê çi tê kirin tê meşrûkirin. Heke li hemberî vê yekê refleks neyê nîşandan dê xwe bighîne hemû civake jî."    'Îşkenceya tecrîdê ji civakê didin hinkirin'   Nazîleyê, da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê bêtir bandorê têkoşerên azadî û demokrasiyê dike û wiha bi lêv kir: "Bi teslîmgirtina îradeyê û bi îtaatê dixwazin civakeke kole ava bikin û îqtîdara xwe bidomînin. Tenê bi zext û zordariyê vî tiştî nake, piştî demek şûnde, te bêbandor dihêle û êdî tu nikarî bertekek nîşan bidî, tu dibî hevkarê faşîzmê. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de berxwedaneke mezin heye, lê belê hewl didin ku îşkenceya tecrîdê ji civakê bidin hînkirin. Îmralî wek labaratuvarek tê bikaranîn û polîtîkayên şer ên taybet li vir tê afirandin. Faşîzm niha civakeke kole û bêdeng daxwaz dike û di şexsê Rêberê Gelê Kurd de dixwaze bondar li civakê bike. Heke refleksek pêş nekeve ev faşîzim dê belav bibe."   'Tecrîd sûcê mirovatiyê ye'   Nazîleyê, destnîşan kir ku bi tecrîdê dixwazin bandora Abdullah Ocalan a li ser gel ji holê rakin û got: "Hem bi fîzîkî û hem jî bi fikrî dixwazin bandora Abdullah Ocalan a li ser civakê têk bibin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), CPT'ê, Konseya Ewropayê îhlalên ku pêk tê nabîne. CPT’ê di raporên xwe de rê û rêbazan nîşanî Tirkiyeyê dide û Tirkiyeyê rizgar dike. Tecrîd sûceke mirovatiyê ye."   'Azadiya Ocalan azadiya jinê ye'   Nazîleyê, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan û got: "Niha gelek derdor ên wekî sendîka, rêxistinên mafên mirovan daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ji bo jinan azadiya Ocalan azadiya jinê ye. Bi birdoziya ku afirandî her roja ku derbas dibe têkoşîna azadiya jinê mezin dibe. Em dikarin bêjin ku Ocalan sazkarê Birdoziya Azadiya Jinê ye."   Jin hedef tên girtin   Nazileyê da zanîn îktidara AKP MHP'ê li herêmê bi qirkirinê û dagirkirinê di şexsê jina kurd de dixwaze civaka kurd bê bandor bihêle û wiha got:"Jin civakê dikare biguherîne û ava bike. Loma jin hedef tê girtin. Tê xwestin îradeya jinê têk biçe, jin bibin kole û bi vî hawî civak jî bibe kole. Bi destdirêjî, tecawiz, fuhuşê tê xwestin civak ji rastiya xwe, ji hebûna xwe dûr bikeve û civak teslîm bê girtin. Ev yek jî bi zaneyî û bi awayekî stratejîk li Kurdistanê tê sepandin."   'Li ser jinê dixwazin mêtingeriya neteweyî ava bikin'   Nazileyê bi lêv kir ku ji ser jinê tê xwestin mêtingeriya neteweyî bê pêşxistin û wiha pê de çû:"Loma her sibeh em çavên xwe bi operasyoneke nû ya girtin û binçavkirinê vedikin. Niha îktidar dixwaze bi aygitên dijwar li ser piyan bimîne û jinê weke gefê dibîne. Qeyûman di destpêkê de saziyên jinan hedef girtin. Sîstema hevserokatiyê tê xwestin bê krîmînalîzekirin. Di 20'ê Adarê de Peymana Stenbolê hat feshkirin û tecawizkar, kujer hatin parastin. Ji ser feraseta makûl û makbûlbûnê hegemonyayeke siyasî dewam dike. Li dijî vê yekê tifaqa jinê û têkoşîna avakirina jiyaneke alternatîf girîng e."   Mezinkirina têkoşînê ya li dijî çembera tirsê    Nazîleyê da zanîn sîstem bi zayendperestiyê xwe xwedî dike û bi vêya girêdayî netewperwerî, ol, mîlîtarîzmê li her qada cîhanê belav dike û wiha pê de çû:"Tê xwestin ji ser senteza turk îslamê civakeke nû ava bikin. Faşîzma tirktiya spî ya do îro wekî faşîzma kesk didome. Niha mijara destpêkirina şerekî li dijî jinê heye. Mezinkirina têkoşînê ya li dijî çembera tirsê û biryara jinê wê pêvajoya pêşiya me diyar bike. Dema em li sîstema cîhanê dinêrin a ku ew ê jiyaneke alternatîf a azad  li dijî îvmeya koletiyê ava bike têkoşîna jinê ye."   'Em kurd in, jin in û li vir in'   Nazîleyê bal kişand ser cezayê girtîgehê yê 30 salî yê li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn û wiha got:"Ew çiqas bigirin, bikin bin çavan, bixwazin tune bikin jî wekî hevala Ayşeyê dibêje 'Em kurd in, jin in û li vir in'. Ew çiqas bixwazin bi polîtîkayên şerê taybet me teslîm bigirin jî ew ê têkoşîna me ya li ser esasên xweparastinê û rêxistinbûyinê bidome."   'Polîtîkayên dijminatiya jinê tên afirandin'   Nazîleyê da zanîn zihniyeta serdest a mêr bûye mîna şewbê û ji şewbê bêtir dibe sedema kuştinê û wiha got:"Îktidara AKP-MHP'ê jî bûye wekî şewbê. Polîtîkayên dijminatiya jinê bi wan tên afirandin. 30 sal cezayê hepsê di şexsê Ayşe Gokkan de li TJA'yê hat birîn. Sekna li ser piyan a Ayşeyê faşîzm tirsand. Ew ê bi van cezana têkoşîna me têk nebin. Ew ê hesabên wan li dijî têkoşîna jina azad têk biçe."