Darazê gumanbarên tecawizê tahliye kirin 2021-10-22 09:05:31     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Li Şemzînanê gumanbarên ku tecawizê Esra Y. kir, 6 meh şûnde hatin tahliyekirin. Tevî her yekê 42 sal ceza lê hatin birîn jî nehatin girtin.  Parêzerê dosyayê Mevlam Merezoglu der barê gumanbarên ku bûn sedema ku Esra întîxar bike de axivî û da zanîn ku ji bo ev kes bên girtin wê serî li her derê bidin.   Li gundekê girêdayê Şemzîzanan a Colemêrgê di 27’ê gulana 2016’an de mêrên bi navê N.Y, V.Y û Z.Y tecawizê zaroka 11 salî Esra Y. kirin. Piştî zarokê ji malbatê re vegot sê gumanbar hatin girtin û doz li Dadgeha Ceza Giran a Geverê hat dîtin. Der barê sê gumanbaran de ji sûcên ‘îstîsmara zayendî’, ‘ji azadiyê bêpar hiştin’ her yekê 42 sal ceza hat birîn. Lê gumanbar piştî 6 mehan şûnde ji ber qelsiya delîlan hatin tahliyekirin. Piştî tahliyeya gumanbaran, Esra întîxar kir. Parêzerê dozê Mevlam Merezoglu der barê dozê de ji ajansa me re nirxandin kir.   Mevlam wiha behsa pêvajoya ku qewimî kir: "Di 27’ê gulana 2016’an de gumanbar N.Y peyamê ji Esra Y. re dişîne û bang dike derkeve derve. N.Y israr dike derkeve derve. Peyamê dişîne dibêje tu dernekevî em ê bi zorê te derxin. Esra li ser peyaman bi hinceta çopê bavêje derdikeve. Çawa derdikeve N.Y pê digire û dibe. Ligel N.Y du kesên din hene. V.Y û Z.Y. Di dosyayê de îfadeyên Esrayê delîl nîşan dane. Esra dibêje ‘Sê kesî bi zor ew revandiye, birine cihekî. Du kesan pê girtiye û yekî jî tecawiz kiriye.’ Testa DNA hatiye kirin, cilên wê şandine lêkolînê û li ser şop hatiye dîtin. Di lêkolîna telefonê de jî  heqeretên kesan hene. Her çiqas ev kes dosyayê qebûl nekirin jî testa DNA, lêkolîna telefon û lêkolîna menî van tespît dike.”   42’ sal ceza girtin, hatin tahliyekirin   Mevlam diyar kir ku di rûniştina hat dîtin de der barê sûcdaran de ji sûcên ‘îstîsmara zayendî’ û ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ her yekê 42 sal ceza hat dayîn û got: "Lê gumanbar beriya ceza bê dayîn, 6 meh piştî bûyerê bû ji dozê hatin tahliyekirin. Çawa hatin tahliyekirin zext li malbat û mexdurê kirin. Mixabin bavê mexdurê gilî şûnde kişand. Şahid ji şahiyê vegeriyan. Yanî bi aşkera delîl hatin reşkirin. Her çiqas ev kes di çarçoveya dosyayê de 42 sal ceza bigirin jî 6 meh şûnde hatin tahliyekirin. 3 meh piştî tahliyeyê mixabin Esrayê dawî li jiyana xwe anî. Esra saet dora 11.00’an diçe oda xwe û bi tifinga pompeyî xwe dikuje.”   ‘Di şertên normalde tahliyekirina wan ne pêkane’   Mevlam destnîşan kir ku di lêpirsîna ku dozgeriyê daye destpêkirin de, encama ku întîxar li Esrayê hatiye ferzkirin derketiye holê û biryara neşopandinê ji bo dosyayê hat dayîn û wiha bi lêv kir: "Mixabin me mafê Esrayê nikarî biparêzin. Ger mafên wê bihata parastin, em li pişt Esrayê bûna wê niha bijiya. 42 sal ceza ji bo gumanbaran hat dayîn lê hatin tahliyekirin. Di şertên normal de taliyekirina kesên ceza digirin ne pêkane.”   Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Wanê li ser biryara tahliyeyê nesekinî   Mevlam da zanîn ku ku dosya birine Dadgeha Edliya Herêmî ya Wanê, lê li dadgeha herêmî jî li ser biryara tahliyeyê nehatiye sekinandin û got: "Piştî jinûve dîtina dosyayê du rûniştinên din pêk hatin. Lê di van rûniştinan de jî biryar neguheriye û gumanbar nehatine girtin. Daraz mixabin biryarên di cih de nade.”   ‘Ji bo girtina gumanbaran em amadene ku her tiştî bikin’   Mevlam dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek Baroya Colemêrgê daxwaza wan ev e ku gumanbar bên girtin û wiha dawî lê anî: “Ji bo gumanbar bên girtin, em ji bo her tiştî amade ne. Ji bo girtina van kesan em ê serî li her rê bidin.”