Dadgehê 30 sal ceza da Ayşe Gokkan 2021-10-20 12:48:33   AMED - Di rûniştina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşeyê û biryara berdewamiya girtinê da.    23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ayşeyê, Berfin Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahin beşdarî rûniştinê bûn. Jinên femînîst ên azad, TJA, Komeleya Jinê ya Rosayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nuran Îmir ji bo piştgiriyê li eywanê bûn.    Ayşeyê dema ket eywana rûniştinê nîşana serfiraziyê kir û silav da jinan.    Ayşeyê û parêzerên xwe bi kurtasî hincetên xwe diyar kirin û dan zanîn ew parastinê nakin.    Piştî navbera kurt dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê da Ayşeyê.