Doza derbarê 23 kesî de didome cara 14'an hat taloqkirin 2021-10-12 13:30:23     STENBOL - Rûniştina 14’emîn a doza ku nûçegihanên ETHA’yê, rêveberên ESP’ê û parêzer jî di nav de 23 kes jê tên darizandin, bi hêceta ‘kêmasî bên temamkirin’ hat taloqkirin.    Rûniştina 14’emîn a doza ku Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, namzeta Koma Parêzerên Demokrat ên Azad (ODAV) ê Baroya Stenbolê Sezîn Ûçar, Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel û Havva Cûştan û endam û rêveberên ESP’ê jî di nav de 23 kes jê tên darizandin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamevan Îsmînaz Temel, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, namzeta ODAV’ê Sezîn Ûçar û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî gelek parêzeran danişîn şopand.    'Hat xwestin têkildarî medyaya dîjîtal parastinê bike'   Şandeya Dadgehê, diyar kir ku derbarê Ozlemê de îdianameyeke nû hatiye amadekirin û dosya kirine yek. Ozlemê, da zanîn ku îdiayên derbarê wê de bê bingeh in û xwest ku nasnameya kesê ew îxbar kiriye were diyarkirin.    Dadgehê xwest ku Ozlemê, têkildarî parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal parastinê bike. Parêzera Ozlemê, Arzû Eylem Kayaoglû, da zanîn ku wê piştî lêkolîna dosyayê parastina xwe bikin. Ozlemê û parêzera wê xwestin ku şertê kontrola edlî were rakirin.    Rûniştin taloqî 15’ê Sibatê hat kirin   Pişt re Prz. Sezîn Ûçar parastin kir. Sezîn, diyar kir ku şertê kontrola edlî xebatên wê asteng dike û xwest were rakirin. Rojnamevan Îsmînaz Temel jî heman daxwaz kir.    Dozger xwest ku şertê kontrola edlî berdewam bike. Şandeya Dadgehê biryar da ku kêmasiyên dosyayê bên temam kirin, şertê kontrola edlî berdewam bike û rûniştin taloqî 15’ê Sibata 2022’yan kir.