Hemû bersûcên doza Leyla Aydemîr beraet kir 2021-10-08 16:16:46   AGIRÎ - Derbarê hemû bersûcên ku di doza mirina Leyla Aydemîr de tên darizandin de biryara beraetê hat dayîn.    Leyla Aydemîr (4) ku bi malbata xwe re çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Bezîrhanê, di 15'ê hezîrana 2018'an de winda bûbû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Di rapora ku Saziya Tipa Edlî (ATK) amade kiribû de hatibû tespîtkirin ku dest dirêjî Aydemîr hatiye kirin. Di darizandina ku jinûve hat kirin de apê Aydemîr Yûsûf Aydemîr û 6 bersûcên din beraet kirin.    Danişîn li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat dîtin û apê Aydemîr Yûsûf Aydemîr ku berê hatibû berdan û bersûcên berdayî tên darizandin Mehmet Alî Aydemîr, Mûsa Aydemîr, Besîm Dûrsûn, Hatûn Dûrsûn, Ayşe Artam û Yildirim Artam tevlî danişînê bûn. Dayika Aydemîr Şukran Aydemîr û bavê wê Nîhat Aydemîr ku hat ragihandin li derveyî welat e tevlî danişînê nebûn. Parêzerên aliyan jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de qeyda dengê ku di danişîna beriya niha de pêşkêşî dadgehê hatibû kirin û hatibû nivîsandin hat xwendin. Parêzerê malbata Aydemîr Erdogan Tûnç, dema ku derbarê qeyda deng de agahî dida, serokê dadgehê ket navberê û li ser vê nîqaş derket. Erdogan Tûnç, ji serokê dadgehê re ev tişt got: "We lêpirsînê mehf kir. Hûn destûr nadin ku ez biaxivim. Hûn ev raye ji kuderê digirin?" Serokê dadgehê ji Erdogan re ev tişt got: "Ez vê ji rayeyên xwe yên CMK'ê digirim."   Piştî re Erdogan dîsa aixivî û ev tişt got: "Di serî de bersûcan sûc înkar kirin. Bila kes bi aqlê kesî henek neyên kirin. Dixwazin demildest dozê bigirin. Ev dengê ku me pêşkêşî dadgehê girtiye bila micid bê girtin û divê bê lêkolînkirin. Peywirdarên AFAD'ê li wir hevparê sûc in. Daxwaz dikim ku hemû bersûc bên girtin û bên cezakirin." Serokê Dadgehê, diyar kir ku dengên ku Erdogan Tûnç pêşkêşî dadgehê kiriye wê tu bandor li dozê neke û daxwaza nivîsandin û lêkolîna naveroka deng red kir.    Dozger mutalaaya xwe ya derbarê esasê de da û ji her heft bersûcan re jî ceza xwest.    Hemû bersûcan li dijî mutalaayê parastina xwe kirin û sûcdariyên li xwe red kirin. Piştre heyeta dadgehê biryar da û ji ber têrnekirine delîlan hemû bersûcan cuda cuda beraet kir.     Parêzerê malbata Aydemîr Erdogan Tûnç, dema ji danişînê derket bertek nîşanî biryara hat dayîn da û ev tişt got: "Matmayî me. Piştî xerakirina îstinafê me delîlên nû pêşkêşî dosyayê kir. Lê ev delîl bêyî ku bên lêkolînkirin bi awayekî lez biryar hat dayîn. Hemû biryara beraetê ya derbarê hemû bersûcan de bibin dadgeha îstinafê. Wê têkoşîna hiqûqî bidome. Hê her tişt neqediyaye. Heta dawiyê em ê dozê bişopînin."