6 sal û 8 meh ceza li Nevriye Çur hat birîn 2021-10-06 15:05:25   AMED - Li Cîgira Hevserokatiya Şaredariya Yenişehirê û aktivîsta TJA'yê Nevriye Çur bi idiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 8 meh ceza hat birîn.   9'emîn rûniştina Cîgira Hevserokatiya Şaredariya Yenişehirê û aktivîsta TJA'yê Nevriye Çur a bi tayinkirina qeyûm ji peywirê hat dûrxistin û du dosyayên wê yên berê yên di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinê ya Rosayê de kirin yek li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerê Nevriyeyê ya ku berdayî tê darizandin Şeyhmus Bayhan li rûniştinê amade bû.    Meqama îdiayê ji ber beşdariya çalakiyan bi idiaya "endamtiya rêxistinê" ji bo Nevriyeyê ceza xwest. Nevriyeyê diyar kir ew mutalayê qebûl nake, beyanên şahidê nepen jî qebûl nake, ew ne endama rêxistinê ye û berata xwe xwest.    Parêzer Şeyhmus Bayhan jî da zanîn ew beşdarî mutalayê nabe û diyar kir ku çalakiyên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê ne sûc in.    Piştî navbereke kurd dadgehê bi hinceta Nevriyeyê "endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh ceza xwest. Her wiha biryara berdewamiya tedbîra kontrola edlî jî hat dayin.