Rêvebira MEBYA-DER'ê Halime Topus berat kir 2021-10-06 13:33:08     AMED - Rêvebira MEBYA-DER'ê Halime Topus a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin di rûniştina yekem de berat kir.   Rûniştina yekem a Rêvebira MEBYA-DER'ê Halime Topus a di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya MEBYA-DER'ê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Halîme û parêzera wê Gîzem Mîran di rûniştinê de amade bû.    Halimeyê diyar kir ku MEBYA-DER komeleyeke zagonî ye.    Meqama iddiayê di mutalaya têkildarî esas dabû de da zanîn ji ber delîleke şênber tune ye daxwaza beratê kir.    Dadgehê da zanîn ku ji ber delîlek şênber nehatiye bidestxistin biryara beratê da.