Dozger xwest faîlê êrişa zayendî beraet bike 2021-10-06 13:19:45     HATAY - Li navçeya Arsuz a Hatayê faîlê ku êrişa zayendî li du neviyên xwe kir, dozger daxwaza beraetê kir.    Li navçeya Arsuz a Hatayê kesê bi navê C.O., li du neviyên xwe ku hêj 5 û 6 salî bûn û niha bûne 14 û 15 salî êrişa zayendî pêk anî. C.O. ji sûcê êrişa zayendî ya sîstematîk ku tê darizandin. Îro doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê pêk hat. C.O. girtî nayê darizandin û par ji ber sûcê êrişa zayendî bi giştî 23 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.    Dadgeha Îstînafê ya Edeneyê cezayê C.O. erê kir. Parêzerê wî serî li Dadgeha Bilind da û dadgehê cezayê faîl xera kir û xwest ji nûve were darizandin. Piştî vê biryara Dadgeha Bilind bersûc hat berdan û doz ji nûve li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat dîtin.    C.O. û parêzerê xwe, malbat û parêzerên xwe û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê beşdarî danişînê bûn. Dozger xwest bersûcê tacîzê ji dozê were beraetkirin. Parêzeran jî xwest ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin dem were dirêjkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran erê kir û dozê taloqî 25’ê cotmehê kir.