Doza kesên tevli bîranîna Komkujiya Roboskêyê bûn hat taloqkirin 2021-10-04 13:50:06     ŞIRNEX - Rûniştina doza 16 kesên ku bi hinceta tevli çalakiya bîranîna Komkujiya Roboskêyê bûne doz li wan hatibû vekirin taloqî 24’ê Çileya 2022’an hat kirin.   Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskêyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 kesên ku xizmên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin de doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin.   Parezerên malbatên Roboskiyê tevlî rûniştinê bûn. Doz dîsa ji ber kêmasiya belgehan taloqî 24’ê Çileya 2022’an hat kirin.