Osman Ç. ê tecawizkar di danişîna duyem de jî nehat girtin 2021-09-29 13:55:49     MÊRDÎN - Danişîna 2'yemîn a Osman Ç. ê êrişa zayendî li biraziya xwe kir hat dîtin. Zaroka tevlî daneşînê bû piştî îfadeya xwe li pêş şandeyê da wiha got:"Ez ji bo hemû zarokan îro gilî dikim û pêwîst e tecawizkar were cezakirin." Danişîna 2'yemîn hat taloqkirin û piştre parêzerên zarokê û pêkhateyên jinan jî di nav de li ber deriyê Dadgeha Mêrdînê daxuyanî dan.   Daneşîna 2'yemîn a doza Osman Çûr ê ku tecawizî biraziya xwe kiriye li dadgeha 2'yemîn a Cezayê Bilind a Mêrdînê hat dîtin.  Zarok (17), malabata wê û parêzerên wê, Platfora Jinan a Şahmaranê, Komeleya Mamoste Saadet a Têkoşîna li dijî Îstismara Zarokan tevlî danişînê bun. Di danişînê de zarokê li pêşberî şandeyê îfade da. Piştî danişîn bi dawî bû parêzerên zarokê û pêkhateyên jinan jî di nav de li ber deriyê Dadgeha Mêrdînê daxuyanî dan.   Di destpêka danişînê de zarokê îfade da  û bûyer ji serî ve got. Zarokê ya ku di dema gotinê de zehmetî dît wiha got:"Ji bo min axaftin gelek zor tê, ji ber ku bûyerek ji rêzê nîne. Ez îro ji bo hemû zarokan li vir im. Ji bo êdî êrişa zayendî li zarokan neyê kirin. Ji bo dengê wan were bihîstin."   Piştî zarokê axaftina xwe qedand parêzerên wê delîlên ku kom kirine pêşkêşî şandeyê kirin û daxwaza cezakirina Osman Ç. kirin. Parêzeran got ger doz berdewam bike jî ji ber ku dibe bireve pêwîst e Osman Ç. were girtin.   Li herdu aliyan hat guhdarkirin û şandeyê piştî navberekê biryar da. Danişîn taloqî 27’ê Mijdarê hat kirin û daxwaza parêzeran a bila bersûc girtî bê darizandin jî nehat qebûlkirin.   Berê çi qewimî bû?   Zaroka (17) ku di 2’yê tîrmeha 2020’î de ji Swisreyê hat navçeya Qosera Mêrdînê, bi tecawiza apê xwe Osman Ç. rûbirû ma. Osman Ç. di danişîna yekem de li gel encamên DNA’yê heyî serbest hatibû berdan. Osman ji aliyê malbata xwe ve bi def û zurneyê hatibû pêşwazîkirin. Parêzerên zarokê, Dîlan Koçyîgît û Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê derbarê serbestberdana Osman Ç. de îtîraz kirin lê îtîraz ji hêla dozgeriyê ve nehatibu erêkirin.    'Pirsên ku zarok sûcdar bikin, dikin'   Parêzerê zarokê Dîlan Koç bal kişand ser sûcdarkirina zarokê û wiha got:"Rexmê ku tecawiz lê hatiye kirin jî tê lêpirsînkirin. Jê re dibêjin çima tu neqêriyaye, çima di laşê te de cudahî rûnedane. Em êdî nikarin van nêzîkatiyan qebûl bikin. Xala din jî ya ku em destnîşan bikin jî biryara şandeyê ye. Ev bûyerek pir hesas e. Ev bûyer bandorê li jiyana zarokekê dike. Me got ger ku îro ceza neyê dayîn jî pêwîst e were girtin û wisa were darizandin. Her wiha ger ev daxwazên me jî neyên erêkirin pêwîst e her hefte îmze biavêje ku were zanîn nereviyaye. Lewra tu daxwazên me nehatin qebûlkirin. Tecawuzkar ji derve serbest digere. Dîlan herî dawî spasiya xwe ji bo jinên ku ji serî de dozê şopandine kir."   'Heta em encamekê bigirin em ê li berxwe bidin'   Berdevka UCIK’yê Leyla Koçyigit jî di serî de beşdariya zarokê ya danişînê rexne kir û berdewam kir: "Em qala zarokekê dikin ku bûyera jiyaye bi serê xwe jê re travmayek mezin e. Li pêş şandeyê guhdarkirina wê ango zindîkirina bûyerê şaşiyek mezin bû. Li aliyê din jî rexmê ewqas delîlan negirtina bersûc bêhiqûqî ye. Em ê weke jin li vir bin û heta ku em encamekê digirin jî em ê li berxwe bidin."