Ji Rojnameger Nurcan Yalçin re heta 20 salî ceza tê xwestin 2021-09-29 11:55:52   AMED - Di daneşîna doza derbarê Rojnameger Nurcan Yalçin de ku di çarçoveya lêpirsîna Komelya Jinan a Rosayê de hatibû destpêkirin hat vekirin de dozger heta 20 salî ceza ji Nurcanê re xwest.     Derbarê Rojnameger Nurcan Yalçin de di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû detpêkirin bi îdaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. 5'emîn daneşîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nurcanê tevli daneşînê nebû û parêzerê wê Resul Temur li daneşînê amade bû.   Muduriyeta Polîsan a Amedê di nivîsa ku derbarê ajansa me de ji dadgehê re şand diyar kir ku sîte hatiye astengkirin bi VPN'ê dikevin sîteyê û îdakir ku sîte bi nûçeyên çêdike pesnê PKK û KCK'ê dide.   Makamê îdayê diyar kir ku mutalaya wan amade ye, li gorî delîlên di dosyayê de Nurcanê di çarçoveya xebatên Komeleya JInan a Rosayê de tevli çalakiyên rêxistinî bûye û îda kir "endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" û daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê jê re kir.      'Polîs li gorî xwe şîrove kiriye'   Parêz Resul Temur, diyar kir ku mudriyeta polîsan li gorî xwe derbarê ajansê de şîrove kiriye û bertek nîşanî nivîsa ku ji dadgehê re şand da. Resul diyar kir ku JINNEWS ajanseke fermî ye. Muwekîla wî Nurcan ne xebatkara JINNEWSÊ ya JINHA ye û ji bo ku derbarê mijarê de belgeyan kom bike dem xwest.    Dadgehê jî daxwaza parêzer a demê qebûl kir û daneşîn taloqî 22'yê Mijdarê kir.