Salek û 3 meh ceza li nivîskar Nûrcan Kaya birîn 2021-09-27 16:37:09     AMED - Ji ber parvekirinên medya dîjîtal, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza li nivîskar û parêzer Nûrcan Kaya hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza nivîskar û parêzer Nûrcan kaya ku ji ber parvekirinên Twitterê yên di navbera sala 2014-2020’an de tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji Nûrcan re di navbera salek û 3 meh û 5 salan de cezayê hefsê tê xwestin. Nivîskar û parêzerên Nûrcan Kaya, Parêzer Veysel Ok, Mehmet Emîn Aktar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li danişînê amade bûn.    Di danişînê de Serdozgerê Komarê mutalaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir. Nûrcan Kaya çîroka doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê wê de hatiye vekirin vegot.    Piştî Nûrcanê, parêzer Veysel Ok û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivîn. Dûre parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û daxwaza beraeta muwekîla xwe kirin.    Dadgehê piştî navbereke kurt, biryara xwe aşkere kir. Dadgehê salek û 3 meh cezayê hefsê li Nûrcan birî û ceza taloq kir.