Dadgehê biryar da ku li Remziye Tosun gilî bê kirin 2021-09-24 15:31:17   AMED - Dadgehê di doza Hîcran Berna Ayverdî ya ku li xwe mikûr hat û derbarê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz de îfade daye de, biryar da ku derbarê Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn de gilî bê kirin.    Li navçeyên Sûr û Cizîrê şer qewimîbûn. Hîcran Berna Ayverdî jî bi hêceta ku xizmeta anestezi kiriye ji sûcê “yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye” bi cezayê muebetê dihat darizandin. Berna ji “yasaya poşmaniyê” sûd wergirt û hat beraetkirin. Îfadeyên ku Berna derbarê xebatkarên tenduristiyê de dide berdewam dikin. Ji ber îfadeyên wê, li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli 9 sal cezayê girtîgehê hat birîn û Endamê Desteya Rûmeta Bilind ê Yekîtiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp tê darizandin. Berna vê carê jî derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de îfade da.    Ji ber van îfadeyan derbarê Salîha Aydenîz de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” doz hat vekirin û rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Berna wek şahid hat guhdarkirin. Berna îdia kir ku ew Salîha Aydenîz ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapi wek wezîfedara Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) nas dike. Ew nexweşxaneya ku Berna dibêje “ez lê xebitî me”, nexweşxaneyek bi wî navî li Amedê nîne. Berna di axaftina xwe ya bi nakokî de vê carê xwe derewand û got: “Ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapi nexebitîme.”    Remziye sûcdar kir   Berna Ayverdî îdia kir ku Salîha Aydenîz di serdema şerê li Sûrê de kelûpelên tibê temînî Sûrê kiriye û ew kelûpel birine mala Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn ku mala wê li Sûrê ye û mala wê wek navenda tenduristiya hatiye xebitandin.    Salîha Aydenîz beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Erhan Urkut diyar kir ku ew ê li dijî beyanên Berna Ayverdî parastina xwe bi nivîskî bide û ne mimkin e ku piştî 6-7 salan ew tişt werin bîra wê. Erhan got ew nizanin şahid heman kes e an na dibe ku nivîsê danîbûn ber û dixwîne çimkî rûyê wê xuya nake. Erhan diyar kir ku beyanên şahid di warê rêbazê de li dijî rêbaza dadgehê ye û ev tê wateya binpêkirina mafê darizandina adilane.   Dozger jî ji bo ku mutala xwe amade bike xwest ku tevahiya dosyeyê radestî wî were krin.    Dê li Remziye gilî bikin    Şandeya dadgehê ji bo ku dozger mutalaya xwe amade bike divê dosye radestî dozgeriyê were kirin û biryara gilîkirina Remziye Tosûn ku tê gotin mala wê wek navenda tenduristiya rêxistinê hatiye bikaranîn da. Şandeyê danişînê taloqî 19’ê çileya 2022’yan kir.