Sebahat Tuncel: Li gorî gotinên îqtîdarê darizandin pêk tê 2021-09-23 14:41:23     ENQERE - Danişîna 4'emîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike, Sebahat Tuncel di danişînê de axivî û got: "Azadiya fikr û ramanê ji bo AKP û MHP’ê heye lê ji bo kurd û HDP'ê nîne. Pirsgirêka kurd li vî salonê ye. Behsa girtina HDP'ê dikin, siyasetmedarên HDP'ê digirin û piştre nîqaşa gelo pirsgirêka kurd heye an na dikin. AKP, pirsgirêka kurd anî salona dadgehê."   Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Ev 108 siyasetmedar ji 29 heb sûcên cuda bi giştî ji wan re 38 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê ji wan re tê xwestin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li ewyana danişînê amade bûn. Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê beşdarî hincet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Hevseroka Giştî yê HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê, Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Zekî Çelîk ji Edremîtê, Berfîn Ozgu Ozkose û Zeynep Olbecî ji Girtîgeha Bakirkoyê, Gulfer Akkaya ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, Parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ji Dadgeha Datçayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.   Parêzer des bi parastina miwekîlên xwe kirin    Hat ragihandin ku testa Kovîd-19’ê ya serokê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pozîtîf derketiye û li şûna wî şandeyek demkî hat bicihkirin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewilî parêzeran dest bi parastina miwekîlên xwe kirin.     Siyasetmedarên li eywana danişînê amade bûn diyar kirin ku ew naxwazin parastina xwe bikin. Siyasetmedarên bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdar bûn jî dan zanîn ku ew naxwazin parastina xwe bikin. Şandeya dadgehê ya demkî mafê axaftinê da dozger. Dozger ango meqamê îdiayê rewşa heyî ya dosyeyê û gengaziya reva bersûcan esas girt û xwest siyasetmedar girtî werin darizandin. Parêzer Mavîş Aydin got ji ber doza girtina HDP’ê ku wê hin miwekîlên wan dema parastina wan li ber çavan were girtin û xwest roja danişînê taloqî piştî 7-8’ê mijdarê were kirin. Parêzer Kenan Maçoglû jî divê hemû şertên girtina miwekîlên wan li ber çavan were girtin û daxwaza berdana wan kir.    'Dev jî cotstandartiyê berdin'    Siyasetmedarên girtî jî derbarê biryara dewama girtina xwe de axivîn. Siyasetmedar Nazmî Gur ewilî axivî û xwest biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Selahattîn daye ji bo wan jî derbasdar e û divê biryar were sepandin û li ber çavan were girtin. Kubîlay Gunay jî destnîşan kir ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku banga ji bo çalakiyên 6-8’ê cotmehê ne sûc e û ew dixwazin şandeya dadgehê biryara DMME’yê nas bike. Kubîlay xwest ku dadgeh dev ji cotstandardiyê berde û ew daxwaz dike ew hemû werin berdan.    'Bila biryara DMME’yê were sepandin'    Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors ku girtî tê darizandin jî bi bîr xist ku salek e ew girtî ye û got: “Ji destêpêkê ve ev dosye dosyeyek mirî ye. DMME’yê di biryara Selahattîn de pir bi eşkereyî gotiye ku tewîta hatiye parvekirin tundî têde nîne û nabe bibe sedema girtinê û ev yek hatiye tomarkirin. DMME’yê bêsûciya me tomar kiriye. Tevî vê yekê jî hûn me mehkûm dikin. Ev salek e hûn me li vir digirin. Ev girtinek û helwestek polîtîk e. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe de raste rast navê dadgeha we anî ziman. Bila biryara DMME’yê were sepandin. Ev doz hem di warê hiqûqî de û hem jî di warê siyasî de jî dema xwe tije kiriye. Ez wek navê xwe bi bawerim ku wê dozên wiha polîtîk bi beraetê encam bibe. Çima ez ê birevim. Hûn bi israr me girtî didin darizandin.”   'Dozeke siyasî ye'   Siyasetmedar Nezîr Çakan demo borî parastina xwe kiribû û daxwaz tahliya xwe kir. Bulent Parmaksiz ya endama MYK'ê ya berê yê HDP'ê di danişînê de diyar kir ku tenê bi sedemên siyasî doz hatiye vekirin, tişta esas divê hiqûq be ne siyaset be, ew jî daxwaza tahliya xwe kir. Endamê RTÛK'ê ya Lîjneya HDP'ê Alî Urkut jî parastina xwe kir û îdiayên ku hatî kirin qebûl nekir û tahliya xwe xwest.    'Civînên partiyê ne sûc e'   Siyasetmedar Meryem Adibellî jî diyar kir ku bê hincet hatine girtin û divê ew û hevalên wê serbest bên berdan. Siyasetmedar Ayşe Yagci jî di danişînê de diyar kir ku îfadeya xwe berfireh dabû û diyar kir ku îdiayên ku tên kirin delîlên wan tiştan nîne, gotinên şahîdên nepenî jî ne rastin û daxwaza tahliyeya xwe kir. Pervîn Oduncu jî di parastina xwe de da zanîn ku sûcek nîn û tevlîbûna wê ya civînên partiyê ne sûce, doz dozeke siyasî ye û tahliye û berata xwe xwest.    'Li vî welatî kes îstîfa nake'   Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî di danişînê de wiha axivî: "Serokê dadgehê ji parêzeran re gotibû 'heke hûn gotinên xwe îspat bikin ez ê îstîfa bikim' Lê belê li vî welatî kese heta niha îstîfa nekiriye. Tekiliya Wezareta Karê Hindûrin bi mafyayê re derdikeve lê îstîfa nake, Di qada tenduristiyê de gelek pirsgirêk dijwar hene lê îstîfa nayên kirin. Li vî welatî derket holê ku kurê serokwezîr bazirganiya tiryakê dike, lê kesek îstîfa nekir. Îstîfa ne dezgeheke şantajê ye û dezgeheke berpirsiyartiyê ye."   'Em li vir rehîn hatine girtin'    Sebahat, destnîşan kir ku heke qanûn bê pratîzekirin îro danişîn pêk nedihat û got: "Doz dozeke ne hiqûqî ye û siyasî ye. Em li vir rehîn hatine girtin. Li gorî tifaqa komarê tevdigerin. Azadiya fikr û ramanê ji bo AKP û MHP’ê heye lê ji bo kurd û HDP'ê nîne. Pirsgirêka kurd li vî salonê ye. Behsa girtina HDP'ê dikin, siyasetmedarên HDP'ê digirin û piştre nîqaşa gelo pirsgirêka kurd heye an na dikin. AKP, pirsgirêka kurd anî salona dadgehê. Ji bo kurdan pirsgirêka azadî, heq û hiqûqê heye û pirsgirêka tayînkirina qedera xwe heye. Niha qanûn TCK, CMK’ê niha pêk nayên, heke bê pratîzekirin divê me tahliye bikin. Di 6-8'ê cotmehê de tiştên ku pêk hatî divê ne muxalefet îqtîdar bihata darizandin."   'Li gorî gotinên îqtîdarê darizandin pêk tê'   Sebahat, diyar kir ku li gorî gotinên îqtîdarê li vir darizan pêk tê û wiha bi lêv kir: "Îqtîdar çi dibêje daraz li gorî wê tevdigere. Hêviyek min ji vê dadgehê nîne. Ez heyeta wê qebûl nakim. Hemû cîhan li dijî ceteyê deng derxist, em jî li dijî wî çeteyê bûn lê îro em tên darizandin. Di îdianameyê de qala DAIŞ'ê nayê kirin. Em dizanin em çima li vir in. Kurd bi salane di Dadgehên Îstîklalê û Dadgehên Cezayên Giran de hatin darizandin. Her tim parastina xwe û ya gelê xwe kirin. Parastina gelekî ne sûc e, tişta sûc nedayîna mafên gel e. Li vir daxwazek me ya takekesiyê nîne, saleke hevalên me ji azadiya xwe mehrûm hatin hiştin. Ez daxwaza tahliyeya hevalên xwe dikim. Li vir bi axaftinan mijara kurd nayê çareserkirin û niha li meclîsê mijar tê nîqaşkirin. Bila bên li salonê binêrin gelo pirsgirêka kurd heye an na? Em ligel biryara AÎHM'ê li vir in. Em ne sûcdar in. Em rêveberiya niha a Tirkiyeyê naecibînin û tu carî jî qebûl nakin. Ez naxwazim li vî welatî jin bên kuştin, zarok bi êrişa zayendî re rûbirû bimînin. Divê êdî li vî welatî gel bi xwe qedera xwe tayîn bike. Heke ev gotinên me sûc bin, ez ê wan gotinên xwe bidomînin. Bi rêya dadgehan dixwazin me ji welatibûnê derxin lê divê bê zanîn ku em ê li her derê xwe biparêzin û serê me bilind e. Heke me kêmasiyek kiribe em rêxnedayîna xwe didin."   'Em parastina xwe nakin'   Sîbel Akdenîz sersaxî da malbata Fîgen Yuksekdag, Beyza Ustun, Gultan Kişanak û got: "Em serokê dadgehê rexne dikin. Îro hebûn û tunebûna kurdan tê nîqaşkirin û di şert û mercên wisa de em ê çawa parastina xwe bikin. Ez piştre parastina xwe bikim."    Her wiha Fîgen, Gultan û Gulfer jî da zanîn ku dê parastina xwe nekin.