Doza cara duyem bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hat vekirin, hat taloqkirin 2021-09-23 13:19:54     ENQERE - Rûniştina Suheyla Taş a girtî ya bi hinceta ketiye greva birçîbûnê derbarê wê de ji "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin taloqî 2'yê Kanûnê hat kirin. Tercumanê ku ji aliyê heyeta dadgehê ve hatibû diyarkirin ji ber baş nikaribû tercumantî bikira loma parêzeran daxwaza tercumanên nû kirin.    Suheyla Taş, Fatma Aslan û Newroz Muçel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê kiribû û di 12'ê Îlonê de bi dawî bû bûne, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê wan de doz hatibû vekirin. Yekemîn rûniştina doza wan li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Parêzerên Fatma Aslan û Newroz Muçel li rûniştinê amade bûn.    Fatma Aslan û Newroz Muçel xwestin parastina xwe bi kurdî bikin lê tercumanê ku ji aliyê heyeta dadgehê ve hatibû diyarkirin ji ber baş nikaribû tercumantî bikira loma parêzeran daxwaza tercumanên nû kirin.    Rûniştin hat taloqkirin   Li ser xwesteka parastina bi kurdî ya girtiyan serokê dadgehê biryar da di celseyeke din de tercuman amade be û rûniştin taloqî 2'yê Qanûnê kir.