Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras tahliye bû 2021-09-22 14:05:02     AMED - Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras di danişîna yekem de serbest hat berdan.    Di encama lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 5'ê nîsanê de endama Akademiya Jinan Fîgen Aras Kaplan bi hinceta “Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Îro danîşîna doza yekem di 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fîgen bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Her wiha parêzera wê Rûşen Seydaoglu jî di danişînê de cih girt.    Danişîn bi xwendina îdîaname û îfadeyên şahidên nepen destpêkir. Fîgen da zanîn ku bi rêya parêzerên xwe daxwaznameyek daye dadgehê û îfadeyên şahidên nepen qebûl nekir. Parêzer Rûşen, jî da zanîn ku îdiayên ku di dosyayêde cih digirin li dijî hiqûqa navneteweyîy e. Rûşen, diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen jî ne hiqûqî ne.    Heyeta dadgehê biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola şerta edlî da û Fîgen Aras tehliye kir.    Danişîn taloqê 26'ê çileya 2022'yan kir.