Parêzera Doza Kobanê Şevîn: Ji bo hiqûqa pêknaynin em ê têbikoşin 2021-09-19 13:12:16     Oznûr Deger   ENQERE - Ji parêzerên Doza Kobanê Şevîn Kaya  got, "Ji bo hiqûq bê pêkanîn û ji bo ku em heqîqeta wê demê li ber çavan raxînin em ê têkoşînê bidin."   Daneşîan 4'emîn a Doza Kobanê ya qirkirina siyasî ku di nav de Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel jî heyî ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin wê sibe li Kampusa Girtîgeha Sînacana Enqerê li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin.    Ji parêzerên dozê Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqerê Şevîn Kaya ji ajansa me re nirxandin kir.    Şevînê diyar kir ku dê daneşîna dozê sibe, bi parastina kesên ji ber vê dozê di  girtîgehê de ne destpê bike û got ku di daneşîna beriya vê de parastin neqediya bû. Şevînê wiha berdewam kir, " Me beriya vê xwestibû ku 378 klasor û yên berdewamiya wan ji muwekîlên me yên di  girtîgehê de re bên şandin. Ji ber ku rojê du saetan dikarin kompîturê bi kar bînin û li ser dosyayan bixebitin. Ji ber vê hîna dosya neqediyan e. Dê ev daneşîn jî bi aprastinê berdewam bike."   'Em ê bi sekna ku em darizînin daneşînan bidomînin'   Şevînê anî ziman ku ger li ber HDP'ê hewl didin konan vedin, di Doza Kobanê de jî dikarin li ber Kampusa Girtîgehê Ya Sîncanê jî hewl bidin kon vedin. Şevînê diyar kir ku heta roja îro konên bi vî rengî hatine vedan û berdewam kir, "Tên û dixwazin kesên tên darizandin malbatên tên doza wan dişopînin û parêzerên wan provoke bikin. Lê muhatabên me ne ew in.  Em nayênvan lîstikan. Em bi sekna ku em darizînin daneşîna rêve bibin."   'Li vir siyaset tê darizandin'   şevînê diyar kir ku piştî heyeta dadgehê dît kesnê serî bitewînin li hember wan tune ne helwesta wan nerm bûye û berdewam kir, "Helwestên dijqnaûnî ne em parêzer û ne jî hevalên me yên tên darizandin em qebûl nakirin. Em ê serî netewînin. Parastina doza ku ji 400 kasorî zêdetir re wê di 2 du hefte, 3 hefte an jî di 4 hefteyan de neqede. Li vir tenê Kobanê û HDP nayên dariznadin, li vir siyaset tê darizandin."   'Di şertên girtîgehê de ne pêkan e ku dosa bê amadekirin'   Şevînê diyar kir ku kesên di  girtîehê de ne ne ji ber şert û mercan ne pêkane ku dosyayê amde bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di şert û mercên pandemiyê de û xwegîhandina meteryalan gelek zamet e ne pêkan e ku dosa bên amadekirin. Li gorî şert û mercan bi qasî ku em karin em xwe amade dikin. Bi qasî ku rêveberiya girtîgehê destûrê dide amadekarî tên kirin. Li vê nebesiya teknîkî jî heye û di vê rewşê de amadekarî tên kirin."   'Em ji bo hiqûqka ku pêknaynin têkoşînê didin'   Şevînê careke din dubare kir ku ew ne di rewşa bên darizandin de ne û got ku ew di vê dozê de heqîqetê niqaş dikin. Li gel hemû dijhiqûqiyan û biryara DMME'yê ew di  dozê de di rewşa darizandinê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ji bo hiqûqa ku pêknayin û ji bo ku heqîqeta wê demê li ber çavan raxînin ew têkoşîna heqîqetê didinç. Têkoşîna me hemû ji bo vê ye û em ê rêya xwe wiha jî berdewam bikin."