Rûniştina Hevserok Naşîde Toprak hat taloqkirin 2021-09-07 12:31:57   AMED - Rûniştina Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin û berdayî tê darizandin bi hinceta hisûsên kêm taloqî meha kanûnê hat kirin.    Rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşide beşdarî rûniştinê nebû û parêzerê wê Burhan Arta li rûniştinê amade bû.    Dadgehê diyar kir ku dosyayên lêpirsînê yên berê yên Naşideyê ji dozgeriyê xwestine lê belê hîn bersiv ji bo wan nehatiye dayin. Loma rûniştin taloqî 7'ê Kanûnê hat kirin.