Parastina mafê jinan sûc hat hesibandin 2021-09-07 09:02:21     COLEMÊRG - Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê der barê 4 siyasetmedarên jin de îdianame amade kir û di îdianameyê de têkoşîna li dijî şîdeta li jinan tê nîşandan, hedef hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê  meşan de di  11’ê Hezîranê de li Colemêrgê bi ser malan de hat girtin û hevseroka HDP’a  navçeya navendî Sînem Seven, hevberdevka jinan a HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya, Hevseroka Şemzînanê ya HDP’ê Sozdar Atîl û hevseroka dema berê ya HDP’ê Sîpan Turan hatin binçavkirin û der barê wan de îdianame hat amadekirin.   Daxuyaniya çapemeniyê sûc hat nîşandan   Di îdianameya hat amadekirin de daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Colemêrgê ji aliyê HDP’ê ve bi armanca Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Hember Jinê ya di 25’ê Mijdara 2020’î de hat dayîn, sûc hat hesibandin. Her wiha Pankarta ‘Em li dijî şîdeta mêr xwe diparêzin’ jî wek delîlê şênber hat qebûlkirin. Ligel vê çalakiya ku TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê di 8’ê Kanûnê de bi armanca ku zaroka li Kercewsê ya Êlihê rastî tecawiza 27 kesî hatibû, protestor kiribûn jî cih girt.   Têkoşîn hedef hat girtin   Di îdianameyê de îfadeyên jinan jî cih girtin û amblema Tevgera Jinên Azad (TJA) ya di daxuyaniyên çapemeniyê de tê bikaranîn hat pirsîn.  Di îdianameyê de ji bo têkoşîna ku TJA dide îdiaya "Di bin pankarta TJA’yê de 'hestên masûmhane vîtrîn tên bikaranîn û faliyetên rêxistinî tên meşandin’ jî cih girtin."   Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin û yekemîn runiştina dozê wê di 6’ê cotmehê de bê kirin.