Hevseroka Bajarê Amedê ya DBP'ê Seval Gulmez tahliye bû 2021-09-06 12:53:47   AMED - 11'emîn Li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daneşîna doza 3 jinên aktîvîst hat kirin. Ji jinan Adalet Kaya û Ceylan Aslan daneşîna doza wan hat taloqkirin û Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê jî Seval Gulmez hat tahliyekirin.    Li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daneşîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Aktîvîsta TJA'yê Ceylan Aslan û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)' ya Bajarê Amedê Seval Gulmez  hat dîtin. Daneşîna Doza ku Adalet û Ceylna jê negirtî tên darizandin hatin taloqkirin û Seval Gulmez jî ji doza ku jê girtî dihat darizandin di daneşîna yekem de serbest hat berdan.    Heyetê Daneşîna bê ya Edaletê taloqî 6'ê Kanûnê, ya Celyanê taloqî 2'yê Sibata 2022'yan û ya Sevalê jî taloqî 6'ê Kanûnê kir.