Rûniştina Ayşe Gokkan di 13'ê Îlonê de ye 2021-09-04 15:57:12     AMED - Rûniştina Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a doza ji du sûcên cuda hatiye vekirin dê di 13'ê Îlonê de bê dîtin.    22'yemîn rûniştina Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a doza ku bi îdiayên "Rêvebera rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.    TJA'yê derbarê Ayşe Gokkan de li se hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Dê rûniştina berdevaka me ya demê Ayşe Gokkan a parastina wê ya bi kurdî tê astengkirin di 13'ê Îlonê de saet di 10.30'an de bê dîtin. Em di 13'ê Îlonê de bên gel hevdu û wekî Ayşeyê bibêjin "Em kurd in, jin in, mafdar in".