AYM'ê 60 roj dema zêde da HDP'ê 2021-09-03 15:32:09     ENQERE - AYM wê îdianameyê ji 451 siyasetmedarên ku qedexeya siyasî ji wan re tê xwestin bişîne û di nava 30 rojan de parastina wan bixwaze.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza dirêjkirina demê ya derbarê girtina HDP’ê de pejirandibû. Ji bo HDP parastina xwe amade bike, AYM’ê 60 roj dema zêde da. Di vê îdianameya girtina HDP’ê de derbarê 451 siyasetmedaran de qedexeya siyasî tê xwestin. Wê AYM îdianameyê ji 451 siyasetmedaran re bişîne û divê siyasetmedar di nava 30 rojan de parastina xwe bidin.